Muzaffer Mînaz ku li Midûriyeta Herêmê ya TRT’a Amedê peywirdarê ewlekariyê bû, dema li ser peywira xwe bû, bi demanceya li gel xwe dihilgirt gule li serê xwe da û xwe întîhar kir. Mînaz yê ji serê xwe giran birîndar bû rakirin nexweşxaneyê.
Li gorî agahiyên hatine girtin, Muzaffer Mînaz (37) ku di Midûrtiya Herêmê ya TRT’a Amedê de peywirdarê ewlekariyê bû, ji ber qerdariyê dema hacîz çû mala wî kete tengaviyê. Dema roj tarî bû xebatkar Mînaz, demance danî ber erzînga xwe û reşand. Muzaffer Mînaz yê bavê 5 zarokan giran birîndar bû, rakirin Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê. Piştî dermankirinê Mînaz rakirin Nexweşxaneya Balcali ya Fakulteya Tiba Zanîngeha Çukuruvayê.
Balkêş bû ku, TRT’ê derbarê bûyera întîharê de neçû çênekir.