Namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê li her çar aliyên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê didomin. Hin namzet çûn serdana saziyên sivîl û hinek tevlî merasîma vekirina buroyên hilbijartinê bûn.
Namzetên HDP’ê yên Amedê Feleknas Uca, Sîbel Yîgîtalp, Nesrîn Şanli, Îmam Taşçiler, Altan Tan, Çaglar Demîrel û Edîp Berk çûn serdana saziyên sivîsl ên bajêr û bi rêveberên sendîka, rêxistin û saziyan re hevdîtin pêk anîn. Piştre çûn serdana Kongreya Demokratîk a Îslamê. Piştre namzet çûn serdana Yekîtiya Odeya Esnaf û Senaetkarên Amedê (DOSEB). Serokê DOSEB’ê Alîcan Ebendinoglu û endamên rêxistinê bi namzetan re sohbet kirin û bal kişandin ser rêyên çareserkirina pirsgirêkan.
Ebendîoglu di serdanê de axivî û diyar kir ku HDP bûye hêviya civaka Tirkiyeyê û da zanîn ku ev peywir li ser milê namzetên HDP’ê ye.
Heyeta HDP’ê piştre çû serdana Baroya Amedê. Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî û endamên rêveberiyê pêşwaziya heyetê kirin û diyar kirin ku benda ji sedî 10 neheqiyeke mezin e. Elçî destnîşan kir ku di nava civakê de baweriyek heye ku wê HDP bendê derbas bike.
Namzet piştre çûn serdana Platforma Şaxên KESK’ê, Koordînasyona bajêr a TMMOB’ê, Nûnertiya Herêma 7’emîn a Turk-Îşê.
MELETÎ
Namzetên HDP’ê yên Meletî bi beşdariya karwanekî ji sedan wesayitan, hatin nasandin. Karwanê wesayitan ji Girê Tavşan destpê kir û li nava bajêr tûr avêt. Hevserokê HDP’ya Meletî ya Mêrdînê di merasîma danasînê de axivî û got: “Em dizanin çima bend û qers dilerizin. Wê kuna benda li hilbijartinê li Meletiyê vebe.”
Piştre namzeda HDP’ê ya Meletî Perîhan Yucelkaya jî bal kişand ser polîtîkayên zayendperest ên hukûmeta AKP’ê. Namzedê HDP’ê yê Meletiyê Aydin Erdogan jî da zanîn ku ew ê benda hilbijartinê derbas bikin.
SÊRT
Namzetên HDP’ê yên Sêrtê Kadrî Yildirim û Hatîce Sevîp Tekîn di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê de çûn serdana Yekitiya Odeyên Esnaf û Zenetkaran ên Sêrtê (ESOB). Namzedên HDP’ê bi Serokê Şaxa Sêrtê ya ESOB’ê Rifat Ayyildiz û endamên desteya rêveber re sohbet kirin. Namzetên HDP’ê yên Sêrtê Prof. Dr. Kadrî Yildirim û Hatîce Sevîp Tekîn piştre çû serdana ÎHD’ya Sêrtê.
Namzedê HDP’ê Kadrî Yildirim da zanîn ku ne ji xebatên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) bûya, wê kuştinên kiryar nediyar nebihata zanîn.
ENQERE
Endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ber Bîrdariya Însanlik a li ser Cadeya Yuksel a Enqereyê stand danîn û bang kirin ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de muşahidiyê bikin.
Rêxistina HDP’ê ya li Çorûmê û Meclîsa Ciwanan li Parka Haci Bektaşî Velî stand vekirin û dest bi xebatan kirin.