Wezareta Karên Hundir, 3 midûrên li VASKÎ’yê ji wezîfeyê kir

3 midûrên li Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Wanê (VASKÎ) peywîrdan, ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeyê hatin kirin. Li beramberî biryarê ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê nerazîbûn hatin.

Midûrê Giştî yê VASKÎ’yê Mehmet Ozkoseoglû, Serokê Daîreya Xizmetan a VASKÎ’yê Meknûn Hatîpoglû û Midûrê Îkmala Maşîneyan ê VASKÎ’yê Rahmî Tûrgût, ji aliyê Sermufetîşê Mulkiyê yê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeyê hatin kirin. Têkîldarî vê dûrxistina ji peywîrê, Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku ev dûrxistina ji erkê bi temamî siyasî ye û ti hincetê wê yê hiqûqî nîne.

Di daxuyaniyê de ev hatin gotin: “Di demên dawî de dezgeha girêdayî Şaredariya me ya Bajarê Mezin a Wanê, Midûriyeta Giştî ya VASKÎ kiribûn hedef. Îro ev dûrxistina ji peywîrê jî em wek parçeyek ji van polîtîkayan dibînin.”