Wesayîta leşkerî qulipî 8 leşker birîndar bûn

Wesayîta leşkerî qulipî 8 leşker birîndar bûn

Li navçeya Çîlikan ya Semsûrê wesayîta dewriyê ya aydê Fermandariya Cendirmeyan qulipî û 8 leşker birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, qeza di demjimêrên dereng yên şevê de li devera Kalecîk ya ser rêya Semsûr-Çîlikan rû daye.

Wesayîta leşkerî ya ji bo guhertina nobetê digeriya, ji ber sedemekî nehate aşkera kirin re wesayît ji kontrolê derket û qulipî şerempolê. Di qezayê de leşker û serleşker jî di nav de 8 leşker birîndar bûn.

Leşkerên birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çîlikan, 4 leşkerên rewşa wan giran jî şandin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Semsûrê.