Hate ragihandin ku li gundê Roboskê mînîbusa sivîl ya leşker di hilgirtin wergeriya û di nav de gelek leşkerên payeya wan bilind jî hene 11 leşker mirin. Her wiha ajovanê mînîbusê jî mir.
Minibûsa sivîl ya ku ji Qereqola gundê Roboskiyê ya navçeya Qilebanê ya Şirnexê leşker dibirin Qilebanê di rê de wergeriya. Hate ragihandin ku, wesayîta wergeriya bûye xurde û di wesayîtê de 15 leşkerên di nav de payeya wan bilind jî hebûn. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidertxistin gelek leşkerên di nav de payeya wan bilind mirine û gelek leşker jî birîndar bûn.
Piştî qezeyê gundiyan leşkerên mirine û leşkerên birîndar ji wesayîtê derxistin û anîn ser rê. Pişt qezayê gelek leşker ber bi herêma qezayê ve hatin sewqkirin. Hate hînbûn ku, bi helîkopteran leşkerên mirine û birîndar bûne birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.