Wêneyên tankên li Qilaban û Geverê hatin rûxandin

Di 29'ê Gulanê û 13'ê Hezîranê de 2 tankên artêşa Tirk hatin rûxandin: Wêneyên van tankan hatin weşandin. Çavkaniyên gerîla dan xuyakirin, ku dîmenên van jî wê piştî demeke kurt li Gerîla TV bên weşandin.

Gerîlayên HPG'ê di 29'ê Gulanê û 13ê Hezîranê de li hemberî 2 tankên artêşa Tirk çalakî pêk anîbûn. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê dabû xuyakirin, ku ji bo bîranîna şehîdên Geverê, roja 29'ê Gulanê ya li hemberî qereqola Oremarê çalakiyek hat lidarxisitn û tankek hat rûxandin, 4 leşker hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn.

HPG'ê her wiha da zanîn, roja 13'ê Hezîranê jî li navçeya Qilaban a Şirnexê li hemberî tankekê çalakî hatiye lidarxistin û di encamê de tank hatiye rûxandin, 5 leşkerên tê de hatine kuştin. Di wêneyên hatin weşandin de tê dîtin, her du tank bi temamî îmha bûne.

Li gorî agahiyên me ji çavkaniyên HPG'ê wergirtine, dîmenên van çalakiyan jî wê piştî demeke kurt di malpera Gerîla TV de werin weşandin.

Tevî hemû hewldanên medya Tirk ên ji bo nixumandina van çalakiyan, dîmen û wêneyên tên weşandin, derbên artêşa Tirk ên ji çalakiyên gerîla dixwin, radixin pêş çavan.

...