Welatiyên li benda cenaze bûn rastî êrîşa polîsan hatin
Welatiyên li ser rêya Şemzînanê li benda cenazeyên ciwanên Kurd Naîm Noyan û Mehmet Reşît Arici yên duh li Geverê ji aliyê polîsên Tirk ve hatin qetilkirin bûn, rastî êrîşa polîsan hatin.
Welatiyên li ser rêya Şemzînanê li benda cenazeyên ciwanên Kurd Naîm Noyan û Mehmet Reşît Arici yên duh li Geverê ji aliyê polîsên Tirk ve hatin qetilkirin bûn, rastî êrîşa polîsan hatin.
Welatiyên li ser rêya Şemzînanê li benda cenazeyên 2 welatiyên bi navê Naîm Noyan û Mehmet Reşît Arici yên ku li navçeya Colemêg Geverê ji aliyê tîmên taybet ve hatin qetilkirin bûn rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan bi bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîşî gel kirin. Ciwanan jî bi keviran ve bersiv dan û xwe parastin. Herî zêde jin ji êrîşan bi bandor bûn. Polîsan êrîşî rojnamevanên nûçe dişopandin jî kirin.
Piştî ku wesayîtên zirxî vekişiyan, welatiyan cenaze birin mizgefta Mehmet Şerîf Kûtlar. Li ser rêya Şemzînanê sekna deh hezaran welatiyan didome û hate gotin ku cenaze wê li Şehîdgeha Taxa Ormanê bên definkirin.