Welatiyên Kobanê vedigerin ser xaka xwe
Vegera welatiyên Kobanê li ser xaka xwe didome. Îro di nav wan de ku Ereb jî hebûn zêdetirî 500 welatiyên Kobanê vegeriyan xaka xwe.

Welatiyên Kobanê ji bo vegerin xaka xwe ji danê sibehê ve herikîn Deriyê Sînor ê Miştenûr ê roja Duşemê hat vekirin. Di van du saetan de nêzî 300 kes vegeriyan Kobanê.
Li gel vê di nav wan de ku Ereb jî hebûn 250 kes di derî re derbas bûn vegeriyan Girê Spî û Hesekê.
Jina bi navê Fatma diyar kir ku vegeriyane xaka xwe ya Hesekê û anî ziman ku li Edeneyê di konan de gelek zehmetî dîtine.
Jina bi navê Cemîle ya dayika 6 zarokan da xuyakirin ku piştî koçî Tirkiyeya ku bi zorî û zehmetiyan re rû bi rû hatine bi hesreta vegera xaka xwe ne.
Rêveberiya Kobanê diyar kir ku ji bo kesên vegerin Gire Spî û Hesekê wesayît amade kirine. Rêveberiya Kobanê gel hişyar kir ku dest nedin cismên xerîb ên bibînin.