HDP a ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de nikarîbû 'propagandayê' bike, li Kurdistanê weke partiya yekemîn rewşa xwe parast. Parlamenterên HDP'yî, desthilatdariya hikûmeta AKP'ê ya ku di nava 3 mehên dawî de bi şer çavê gel tirsand nirxandin û got, "Tevî hemû zext û zordariyan jî hêzên demokrasiyê qezenc kirin û bila kes gumanan neke; em ê hesap bipirsin."
Parlamenterên HDP'ê yên Êlihê encamên hilbijartinan ji ANF'ê re nirxandin.
DIXWESTIN HDP'Ê LI BINÊ BENDÊ BIHÊLIN, LÊ GELÊ ME DESTÛR NEDA VÊ
Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan: AKP'ê bi çekê, gef, tirs, bertîl û bi pere encamên hilbijartinê guhert. Hilbijartina beriya vê, hilbijartineke rewa bû lê belê ji ber ku ji desthilatdariyê ket, serî li hîleyan da. Bi bikaranîna derfet û hêza dewletê re encam guherand. Em li herêmê jî li Tirkiyeyê jî, ne tenê hevrikê AKP'ê bûn. AKP'ê li Tirkiyeyê bi gelek partiyan re tifaq kiribû. Li herêma rojhilat bi partiyên cuda re tifaq kir, li rojava bi partiyên cuda re. Tevî vê yekê hevrikê wan ê tekane HDP bû. Ev tifaq hemû li dijî HDP'ê kir. Di mijarê de, gava em li ber deriyê morgê disekiînin, me zarokên xwe yên ji aliyê AKP û Qesrê ve hatin qetilkirin vedişart, ew diçûn xebatên hilbijartinê dimeşandin. Ji vê valahiyê sûd werdigirt û pere pêşniyar dikir, îhale pêşniyar dikir. Qîma xwe bi vê jî neanî, bi medya hawiz re her tim ji bo HDP'ê di binê bendê de bihêlin, propaganda kirin. Ev hemû sedema windahiya dengan e. Lê belê tevî vê yekê jî me benda hlibijartinê hilweşand û li meclîsê cih girt. Em li Meclîsê bûn partiya sêyemîn. Ji bo bilindkirina hêviya aştî û azadiyê ya gelê xwe, em ê wezîfeya dikeve ser milê xwe bi cih bînin. Bila gumana kesî ji vê tinebe.
AKP, piştî têkçûna xwe ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de li herêmê û li Tirkiyeyê fragmanek xist dewrê. Peyama 'Eger hûn deng nedin min, eger hûn min nekin desthilatdar, komkujî û bomberdûman wê bi salan dewam bikin' dan gel. Ev peyam ne tenê li herêmê, rojava, li Enqereyê jî da. Mirov neçar man deng bidin celadê xwe. Ji ber ku di nava 3 mehan de bê îstiqrariya aboriyê hat nîşandan û bi sorkirina hikûmetê re rewşeke şîdetê hat afirandin. Bi vî rengî hewl da bi çavtirsandinê re gel ber bi xwe ve bikişîne. Mirov dikare bêjin ku di sindoqê de ev bi ser xistin.
LI DIJÎ HDP'Ê LI KURDISTANÊ BI HÊZÊN CUDA, LI TIRKIYEYÊ BI HÊZÊN CUDA RE TIFAQ KIR
Namzetê Parlamenteriyê yê Êlihê yê HDP'ê Mûrat Tûnç: Li Kurdistanê AKP bi lîstikên qirêj ên cidî tevlî hlibiajrtinan bû. Tevî vê bêhiqûqiyê jî, gelê herêmê bi berxwedêrî tevgeriya û bi ferqeke mezin HDP li herêmê kir desthilatdar. Vê hilbiajrtinê pêşî li pirsgirêka aştî û demokrasiyê vekir. Eger tevhî hemû derfetên dewletê û hêza me yên ji aliyê AKP'ê ve hat in bikaranîn û tevî hemû zextan jî gel HDP li herêmê kiribe desthilatdar, vê yek berpirsyariya çareseriya vê pirsgirêkê daye ser milê AKP'ê. Ji vê asetê û pê ve AKP wê nikaribe ji pirsgirêka Kurd, ji pirsgirêka demokrasiyê û ji pirsgirêka aboriyê bireve. Ji ber ku rastiyeke HDP'ê heye ku wê hesap jê bipirse. Lewma propaganda xwe ya hilbijartinê bi tenê li ser antî propgandaya HDP'ê meşandiye. Bi encamên hilbijartinê yên gelê me re, çareseriya pirsgirêka Kurd xwe ferz dike. Di dixwest HDP'ê jî karîbûya mîna partiyên din propaganda hilbijartinê bike. Lê belê hikûmeta AKP'ê destûr neda vê. Eger ev pêk bihata, ez bawerim ku wê encam ne ev bûya. Dîsa jî ev encam ji bo me binketî nîne. AKP'ê bi hemû hêzên paşverû re tifaq kir û helwestek ku HDP'ê hedef digire, nîşan da bi vî rengî bû desthilatdar. Lê belê divê were zanîn ku ev hilbijartin ne hilbijartineke ku hemû azadî û demokrasiyê bi temamî ji holê rabike."