Piştî teqîna li Dîlokê, di bin navê dijberiya PKK’ê êrîşên nijadperest ên li hemberî Kurdan dest pê kirin. Her çendî HPG’ê ragihand ku tu têkiliya wan bi êrîşê re tune ye, Parlementerê AKP’ê yê Erziromê Muhyettîn Askak dest ji mirovahiyê berda û xwest ji bo gerîlayên HPG’ê yên jiyana xwe ji dest dan bê gotin ku “hatin sekitandin”.
Piştî teqîna di 20’ê Tebaxê de li Dîlokê pêk hat û di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes birîndar bûn, êrîşên nijadperest ên li hemberî Kurdan dest pê kirin. Weke her carê, çapemeniya Tirk bê ku tu delîlan êrîşê avêt stûyê PKK’ê û Kurdan û BDP’ê kirin hedef. Avahiyên BDP’ê yên li Dîlokê li rastî êrîşên nijadperestên Tirk hatin.
DIJMINÊ KURDAN: ŞAMÎL TAYYAR
Wekîlê AKP’ê yê weke dijminê Kurdan tê zanîn, bûyera li Dîlokê pêk hat, ji xwe re weke firsend dît û îdîa kir ku ev êrîş bi hevkariya PKK’ê û servîsa sîxûrî ya Sûriye Muxaberatê pêk hatiye. Şamîl Tayyar, bê pirs û delîl ev îdîa anî rojevê.
AQILÊ DAVÛTOGLÛ...!
Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû yê ku her tim banga destwerdana Sûriyeyê û avakirina herêma tempon a li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê tê tîne rojevê jî got; “Di mijara Sûriyeyê de bûyerên terorê têne lêkolînkirin. Ger girêdaneke vê yekê hebe, rêveberiya Beşer Esad di rojek a cejnê de 200 kes kuştin, di navbera vê û rêxistina terorê ya ku pîrozbûnê jî nas nake de girêdanek heye. Ger girêdaneke wiha hebe, dê bê lêkolînkirin. Li gorî daneyên heta niha ev yek nehatine zelalkirin. Lêkolîn dê aşkere bibin û encamên wê dê bêne aşkerekirin."
Hêjayê gotinê ye ku hukûmeta AKP’ê ewqas matmayî bûye ku rejîma Esad weke berpirsê çalakiyên gerîlayan ên li Şemizînanê destnîşan kiribû.
WEKÎLÊ AKP’Ê DEST JI MIROVAHIYÊ BERDA
Mînakek din a li hemberî daxwazên Kurdan tehemula wan tune û her wiha li hemberî cenazeyan jî bi hurmetiyê nîşan dide, ji endamekê desthilatdariya AKP’ê hat. Daxuyaniya endamê desthilatdariyê ji bo mirovahiyê şermeke mezin. Parlamenterê AKP’ê yê Erziromê Muhyettîn Aksak ku li navçeya Palendoken a navenda AKP’ê ya Erziromê li parka Çeçenîstanê di bernameya cejnê de, îdia kir ku nêzî 200 PKK’iyan di pevçûnê dawî de jiyana xwe ji dest dane û got; “Divê ji bo vana nebêjin bê bandor hatine hiştin, divê bêjin hatine sekitandin.” Gotinên sosret û hovane yên Aksak wiha berdewam kir: “Em birayên xwe yên kurd ji vana cuda dikin. Dema mirov li vana dinêrin ya mêjiyên ku hatine firon an jî zarokên ji Ermeniyan mane. An jî hin namerdên ku ji Îran û Suriyeyê derbasî welatê me bûne.”
KAMPANYAYA DIJÎ-KURD A ÇAPEMENIYÊ
Çapmeniya tirk bê navber nijadperestiyê pompe dike. rojnameya Hurriyetê di malpera xwe ya înternetê de kampanyayek daye destpêkirin û dijî kurdbûnê organîze dike. Rojnameya Mîlliyetê jî li ser Roboskiyên ku alîkarî dane leşkerên qeza derbas kirin û got ‘Ev e Tirkiye’ û der barê teqîna li Dîlokê jî peyamek şand. Lê kurdên ku li wir mijara gotinê bûn ligel ku 34 ewladên wan hatin qetilkirin jî xwe gihandin leşkerên birîndar û ev mînaka mirovahiyê bû. Lê mixabin Roboskiyan ji dewlet û çapemeniya tirk tu aliyê mirovahiyê nedît. De Kurdan li Roboskê xwe gihand alîkariya artêşa tirk ku kurd qetikirin, li Dîlokê nîjadperest derketibûn neçîra BDP’iyan. Çapmeneiya k udi bin kontrola AKP û Cemeata Fetullah Gulen de ye PKK’ê sûcdar dike û ji weşanên xwe nîjadperest dest bernade.