Wekîlê Şaredarê Wanê Sabrî Abî yê ku di serdegiritnên li navenda Wanê û navçeyan pêk hat de li mala wî jî lêgerîn pêkhat, ji bo îfadeyan bide çû edliyeyê.
Yekîneyên Midûriyeta Polîsan ya Wanê duh serê sibê li navenda Wanê, navçe û bajarokan di ser gelek cihan de girtibûn. Di serdagirtinên bi navê "KCK'ê" pêk hatin de 28 kes hatibûn binçavkirin. Mala Wekîlê Şaredarê Wanê Sabrî Abî ligel li mala xwe nebû mala wî hate lêgerînkirin. Abî piştî hate bajar û ji bo îfadeyan bide çû Edliyeya Wanê. Hate ragihandin ku karên îfade dayîna Abî berdewam dikin.