Wekîlê Goran hevparên hikûmetê rexne kir, ku li pêşberî PDK'ê bêdeng in

Parlamenterê Tevgera Goran û berdevkê berê yê koma li Parlamenta Iraqê Hoşyar Abdullah YNK, Tevgera Goran, Komala Îslamê û Yekgirtû Îslamî rexne kir, ku li pêşberî PDK'ê tiştekî nakin.

Hoşyar Abdullah da xuyakirin, ku partiyên hevparê hikûmetê di gotinê de PDK'ê rexne dikin, lê belê bi mayîna xwe ya li nava hikûmetê re dibin sedem ku krîz bidome.

Abdullah mijar nirxand û got, "Tevgera Goran, YNK, Komala Îslamî û Yekgirtûya Îslamî di hemû daxuyaniyên xwe de hikûmeta herêma Kurdistanê rexne dikin, lê belê ji bo dawî li vê desthilatdariya sexte ya bi navê hikûmeta herêmê û serokatiya herêmê ya PDK'ê bînin, xwe ji hikûmetê venakişînin.

BERPIRSYARÊ HERÎ MEZIN Ê KRÎZÊ PDK YE

Dema PDK'ê darbe kir, eger partiyên li nava hikûmetê bêdeng nemabûna, PDK jî nikarîbû bi vî rengî bi hêsanî hatineyên petrolê desteser bike. Her wiha wê gel jî ewçend bêhêvî nebûya. Berpirsyarê herî mezin ê rewşa heyî ya gel, PDK ye. Lê li aliyê din her çar partiyên din ên xwedî piraniya parlamenteran e; Tevgera Goran, YNK, Yekgirtû Îslamî û Komala Îslamî jî berpirsyar in."