Li navçeya Şemzînan Colemêrgê piştî teqînên di dema derbazbûna karwana leşkerî de pevçûnên destpê kirine, hate hînbûn ku Parlementerê BDP’ê Esad Canan li herêma pevçûnê asê ma ye.
Di navbera gundên Nehrê û Gerget yên ser bi Şemzînanê ve di dema derbazbûna karwana leşkerî de teqînê rû da û piştre pevçûnan destpêkir, Parlementerê BDP’ê yê Colemêrgê jî Esad Canan di hesaba xwe ya twîterê de ragihand ku ew li herêma pevçûnê asê ma ye.
Canan got, “Dema ku ez diçûm herêma Rûbarokê ji ber sedema pevçûnan ez asê mame”, her wiha ragihand ku li herêmê destûra derketinê jî nayê dayîn.