Rêxistina HDP'ê ya Wanê lêpirsîn, binçavkirin, girtin û cezayên ku der barê parlamenter, hevşaredar û xebatkarên wan de tên dayîn şermezar kir û da xuyakirin ku ev êrîş ji bo îradeya gel bê şikandin tê kirin lê ew ê paşve gav neavêjin.
Rêxistina HDP'ê ya Wanê têkildarî lêpirsînên der barê Hevserokên Giştî yê HDP'ê hatine vekirin û cezaya girtîgehê ku ji bo parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan hatiye dayîn, binçavkirin û girtinên di demên dawî de li dijî xebatkarên wan û hevşaredaran de li avahiya HDP'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Wanê Veysî Dîlekçî di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku li Wanê di nava 5 mehan de 216 kesên ku di nav de hevşaredar jî hene hatine binçavkirin û ji wan 61 kes hatine girtin.
Dîlekçî bal kişand li ser 6 sal û 3 meh cezaya ku 2'yemîn Dadgeha Ceza Giran a Wanê ya der barê Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan, Parlamenterê berê yê HDP'ê yê Wanê Selamî Ozyaşar, Mahmut Galîp û Hakan Yaman hatiye dayîn jî û got ku armanca van polîtîkayan şikandina îradeya gel e. Dîlekçî destnîşan kir ku ew ê li dijî van polîtîkayan paşve gav neavêjin.