'Wê ev Newroz bibe Newroza azadiya Rêber APO'
Gerîlaya YJA Star ya di çeperên şer ên Kerkûkê de têdikoşe Hîlal Goyî Newroza sala 2016 de pîroz kir û got; "Wê ev Newroz bibe Newroza azadiya Rêber APO û serketina gelê Kurd."
Gerîlaya YJA Star ya di çeperên şer ên Kerkûkê de têdikoşe Hîlal Goyî Newroza sala 2016 de pîroz kir û got; "Wê ev Newroz bibe Newroza azadiya Rêber APO û serketina gelê Kurd."
Newroz, çanda tevahiya civaka Arî ye. Ango çanda berxwedan û vejînê ye. Bi taybetî jî Newroz ji bo gelê Kurd mîlada azadî û serfiraziyê ye. Gerîlaya YJA Star ya di çeperên şer ên Kerkûkê de têdikoşe Hîlal Goyî Newroza sala 2016 de pîroz kir û got; "Wê ev Newroz bibe Newroza azadiya Rêber APO û serketina gelê Kurd."
Gerîlaya YJA Star Hîlal Goyî ya ku di eniyên şer de cihê xwe digire cejna vejînê ango Newroz pîroz kir.
NEWROZ HEVGIRTINA GELAN E
Gerîlaya YJA Star Hîlal Goyî da xuyakirin, ku Newroz vegotina rojeke nû ye û got, "Ez beriya her gotinê Newroza Rêber APO û tevahî gelê me pîroz dikim. Kawayê hemdem rêxistinkirinekê pir bi hêz ava dike û pişta xwe dide gelê xwe. Di destpêkê de rêxistina xwe çêdike piştre jî çalakiya xwe pêk tîne. Bêguman ev çalakî jî bi agirê azadiyê û bi çiyayên azad de pêk tê."
Hîlal diyar kir, Newroz di nava Kurdan de her tim weke çandekê hatiye roja îro û axaftina xwe wiha dewam kir: "Bi derketina tevgera me ya PKK’ê re bi saya Rêber APO Newroz careke derket holê û gihaşt cewhera xwe. Ji bo wê jî wateya Newrozê li gel me gelek kûr û bi bingehîn e. Wateya Newrozê ji bo me xwa avakirin e, nûkirin e, li hember zilm û desthilatdariyê serî rakirin û xwe radest nekirine. Hevrê Mazlûm Dogan ango Kawayê hemdem jî ji me re mîrateyên gelek giranbiha hiştiye. Lewma Newroza îsal Newroza azadiyê ye. Ji bo wê pêwîste tevahî ciwan, jin û gelê Kurd li her derê bi ruhê Newrozê tevbigerin û ti astengiyan ji bo xwe qebul neke."
Gerîla Hîlal bal kişand ser hişmendiya Dehaqên di roja îro de û da zanîn, ku zîhniyetê Dehaqên mejiyê zarokên Kurdan dixwar, îro jî bi talan, kuştin û destdirêjiya li nirxên Kurdan dewam dike. Hîlal got, "Pêwîste ev Newroz bibe Newroza gelan. Li dijî neheqiyên Dehaqên dema niha, divê bibe roja hevgirtinê. Em jî di wê hêvî û baweriyê de ne ku wê ev pêk were."
BERXWEDAN RUHÊ KURDAN Ê JIYANÊ YE
Hîlal axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji bo Kurdan serî tewandin, xwe radest kirin ti carî ne hatiye qebûlkirin û wê neyê qebûlkirin jî. Ev di berxwedana Cizîr, Sûr û Nisêbinê de jî derket holê. Pêwîste gelê Kurd vê bibîne, li wir ruhek bê hemba hate meşandin şahadetekê bi rûmet û şeref ji xwe re esas girtin. Li hember t, tiştekê gav paşde navetin. Ji bo vê jî xwe rêxistinkirin, xwerêvebirin ji bo xwe esas bigirin û tevbigerin. Bêguman ji bo vê bedel tê xwestin, cesaret û hêrsa tolgirtinê tê xwestin. Em êdî ne malbata xwe em welatê xwe azad bikin. Tş tiştek ji vê pîroztir nîne."
Hîlal her wiha erk û berpirsyariyên demê bibîr xist û ev bang li ciwan û gelê Kurd kir: "Bangawaziya min ji bo tevahî ciwan û gelê Kurd ew e ku her kes erk û berpirsiyariyê dikeve li ser milê wê pêk bîne. Gelê Kurd her tim ji bo neyarê xwe û kesên cuda tevgeriya ye lê, ji îro pê de pêwîste ji bo rûmet, şeref, namûs û welatê xwe tevbigere. Bi vê zanabûyînê xwe rêxistin kirin û tevgerandin gelek girînge."
Goyî bi vê awayî dawî li gotinên xwe anî: "Li ser vê bingehê jî em dibêjin wê sala 2016 bibe sala Azadiya Rêber APO, sala xweseriya Kurdistanê û avakirina modernîteya demokratîk û xwerêveberiyan. Ji bo vê jî gelek armanc û erkên me di nava hev de ne. Em ji herdemê zêdetir bi hêz û bi bawerî ne. Em ê serketinê mîsoger bikin. Ji bo vê dibêjim berxwedan ruhê Kurdan ê jiyanê ye."