‘Wê agirê Newrozê netemire’

Bi hezaran Efrîniyên tevlî pîrozbahiya li Efrînê bûn, diyar kirin ku êrîşên çeteyên DAIŞ û hêzên tarî yên li dijî herêmê wê ti carî negihêjin armancên xwe û hat gotin ku wê îradeya azad a gelê Kurd neşikê.

Bi hezaran Efrîniyên tevlî pîrozbahiya li Efrînê bûn, diyar kirin ku êrîşên çeteyên DAIŞ û hêzên tarî yên li dijî herêmê wê ti carî negihêjin armancên xwe û hat gotin ku wê îradeya azad a gelê Kurd neşikê.

Li Efrînê îro pîrozbahiya Newrozê pêk hat û bi deh hezaran Efrîniyên tevlî pîrozbahiyê bûn, diyar kirin kes nekare li dijî îradeya azad bisekine.

Rênas Umer der barê Newroza îsal de got: “Ji ber rêzdariya li dijî şehîdên Newrozê yên Hesekê me bernameya xwe ya 21’ê Adarê betal kir. Bernameya me îro li ser ruhê berxwedêr û şehîdên Newrozê yên Hesekê pêk tê. Em hemû şervanên ku li ser fikr û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde kirine, silav dikin.”

KES NIKARE ÎRADEYA ME YA AZAD BIŞIKÎNE

Hesen Murad destnîşan kir ku divê bê zanîn ku agirê Newrozê bersiveke ji bo dijminên Kurdan e û wiha got: “Em wek gelê Kurd gelekî ku bi hesreta azadiyê ne. Ji ber vê kes nikare îradeya me bişikîne. Di serî de em Newroza Rêber Apo û hemû gelê Kurd pîroz dikin.”

Mehmûd Cehfo jî bi lêv kir ku çeteyên DAIŞ û dijminên gelê Kurd wê nikaribin rêya azadiyê bigirin û got: “Ciwanên Kurd  kur û keçên wan bi ruhê Şehîd Arîn Mîrxan li dijî çeteyên çavsor  li ber xwe didin. Ji ber vê yekê wê îradeya Gelê Kurd ti car neşikê.”

EMÊ TOLA HESEKÊ RAKIN

Nezîra Îbrahîm jî da zanîn ku wê şehîdên Hesekê ji bîr nekirin û got: “Em ê bi yekîtiya xwe tola şehîdên Hesekê rakin û li dijî çeteyan hêza xwe xurt bikin.”

Besê Hesen jî Newroza 2015’an a şervanên YPG û YPJ’ê pîroz kir.