Waliyê Şirnexê jî mirina 6 gêrîlayên li Bestayê derewand

Waliyê Şirnexê jî mirina 6 gêrîlayên li Bestayê derewand

Di pevçûnên duh yên li herêma Bestaya Şirnexê de çapemeniya Tirk ragihandibû ku, 6 gêrîlayan jiyana xwe ji dest dane, ji aliyê Walîtiyê ve hate derewandin.

Li gorî agahiyên hatine girtin, di pevçûnên duh yên liherêma Bestaya Şirnexê de di derbarê nûçeyên di çapemeniya Tirk de cih girtin ku 6 gêrîlayan jiyana xwe ji dest daye ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve hate derewandin.

Walîtiya Şirnexê di derbarê bûyerê de ragihand ku, endamên çapemeniyên yên dixwazin derbarê mijarê de agahiyan bigirin, ti pevçûn bi vî awayî ne rû dane.

Di daxuyaniya îro ya HPG’ê dayî jî nûçeya derbarê 6 gêrîlayan de derewand.