Waliyê Amedê di derbarê boykota dibistanan de lêpirsîn vekir

Waliyê Amedê di derbarê boykota dibistanan de lêpirsîn vekir

Waliyê Amedê derbarê mamosteyên ku di 30'ê Cotmehê de li ser banga BDP'ê ya "Em jiyanê rawestînin" neçûn dibistanan û dibistan boykot kirin de lêpirsîn da destpêkirin.

Rêxistina BDP'ê ji bo piştgiriyê bide çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ya bêdem û bêdorveger ku ji 12'ê Îlonê de destpê kir û 68 rojan, di 30'ê Cotmehê de bi hişyariya "Em jiyanê rawestînin" çalakî pêk anîn. Di çarçoveya bangê de dibistan hev hatin girtin û mamoste neçûn dibistanan û dibistan boykot kirin. Ji ber ku mamosteyan dibistan boykot kirin Waliyê Amedê, derbarê mamosteyan de lêpirsîn da destpêkirin.

Derbarê lêpirsînê de Rêveberê Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê Mehmet Atlihan anî ziman ku, KESK û hevparê wê Egitim Sen ji ber helwest û biryara xwe her tim rastî zextên pergalê û rayedarên dewletê tên. Atlihan anî ziman ku, li herêmê ji ber grevên birçîbûnê rageşiyek mezin destpê kiribû û ew ji ber ku xwe pekî perçeyekî civakê dibînin nikarin xwe ji civakê û daxawzên civakê cuda bikin û wiha got: "Wê rojê ji karkergiyan heta esnafan û hemû qadên jiyanê hatin girtin. Em nikaribûn li hemberî vê rewşê li gorî xwe tev bigerin û lazim bû em jî wekî her kesî gavan bavêjin û hurmetê nîşanî wan bidin. Em jî divê pêvajoyê de wekî mirov li gorî wijdanê xwe tev geriyan û em bêdeng neman.

Atlihan da zanîn ku, bêyî kurdan tu pirsgirêk çareser nabe û êş û şewata kurdan her kesî bi xwe re dişewitîne û wiha got: "Di 30'ê Cotmehê de li ser banga hate kirin kes neçû ser kar û derneketin derve. Li ser vê yekê gelek endamên me jî neçûn dibistanê. Endamên me yên neçûn dibistanê derbarê wan de lêpirsîn hate vekirin. Dema Walî derbarê mamosteyan de lêpirsîn vekir ji bîr kir ku mafê mamosteyan jî heye. Walî xwe wekî Wezîrê Tenduristiyê dibîne. Derbarê sazî û rêxistinên tenduristiyê de jî giştînameyek şand. Dîsa ji saziyan dixwaze ku di hin dîrokên diyar de raporan nedin mamosteyan. Walî xwe berpirsiyarê her tiştî dibîne û mudaxaleyî her tiştî dike.

Waliyê Amedê derbarê mamosteyên ku tevlî daxuyanî û çalakiyên şermezarkirina qetilkirina 34 Kurdên gundê Roboskiyê bûn jî lêpirsîn vekir û cezayê şermezarkirinê dan wan.