Walîtiya Amedê civîna koma BDP’ê ku biryar hatibû girtin li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dê pêkbînin, hate qedexekirin.
Bi biryara Walîtiyê pêşî û derdora girtîgehê ji aliyê TOMA û polîsên hêza çevîk ve hatin dorpêçkirin. Polîsên ku rêyên diçin girtîgehê jî girtin, destûr nadin gel kombibe.
Hevserokên BDP’ê Gultan Kişanak û Selahettîn Demîrtaş ku ji bo civîna komê hatine ber girtîgehê, bi rayedarên polîsan re hevdîtina wan didome. Hevserok didin diyarkirin ku, ew bibiryarin ku civîna koma partiyê li ber girtîgehê pêkbînin.
Rageşiya li derdora girtîgehê didome, bi hezaran kesên ji bo bimeşin girtîgehê li ser rêya Sento, Mewlana Halît Bulvarî û Emekê kombûne.