Walîtiya Şirnexê di derbarê wesayîta ji rê derket û qulipî de daxuyaniyek da û aşkera kir ku, di qezay^d de ajovanê cerdevan û 9 leşker mirin.
Walîtiya Şirnexê di derbarê mînîbusa sivîl ya leşker ji gundê Roboskiyê ser bi navçeya Qilabana Şirnexê ve dibirin Qilabanê wergeriya de daxuyaniyek nivîskî da. Waliyê Şirnexê Vahdetîn Ozkan aşkera kir ku, “di qezayê de ajovanê cerdevan û 9 leşkeran jiyana xwe ji dest daye.”