Walîtiya Rihayê Serokkomar û Serokwezîr derewand

Walîtiya Rihayê bi daxuyaniyeke nivîskî, êrîşên artêşa Tirk a li hemberî Rojava înkar kir û daxuyaniyên Serokomar Erdogan û Serokwezîr Davutoglu derewand.

Walîtiya Rihayê bi daxuyaniyeke nivîskî, êrîşên artêşa Tirk a li hemberî Rojava înkar kir û daxuyaniyên Serokomar Erdogan û Serokwezîr Davutoglu derewand.

Tevî ku di rojên dawî de Serokomar Tayîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu, pir caran derbarê êrîşên li ser Rojava diaxivin jî, Walitiya Rihayê van êrîşan înkar dike. Walîtiya Rihayê derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û tevî ku ji 24'ê Cotmehê heya niha artêşa Tirk gelek caran li çeperên YPG/YPJ û şûnwarê sivîlan dide jî, van êrîşan red kir. Walitiya Rihayê, daxuyaniya Serokwezîr û Serokomar a "Me du botên YPG'ê yên dixwestin Firatê derbas bikin noqav kir" ji bîr kir û kuştina 2 sivîlên gundên Girê Spî û Kobanê jî ji nedîtî ve hat. Walîtiya Rihayê îddia kir ku ji Tirkiye êrîşê Rojava nekiriye û tu sivîl jî jiyana xwe ji dest nedaye.