Vegera welatiyan a Kobanê didome

Vegera welatiyên Kobanê didome. Îro di nav 2 saetan de zêdetirî 500 welatiyên Kobanê vegeriyan ser axa xwe.

Vegera Kobanêyan didome. Îro di nav 2 saetan de zêdetirî 500 welatiyên Kobanê vegeriyan ser axa xwe. Erebên li kantona Cizîrê dijîn jî ji bo ji Bakurê Kurdistanê vegerin Kobanê li deriyê sînor disekinin.

Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê ku di navbera Kobanê û Pirsûsê de ye, roja Duşemê û Pênçşemê hat vekirin, di nav 2 saetan de zêdetirî 500 welatiyên Kobanê ji bo vegerin ser axa xwe, di derî re derbas bûn. Wezîfedarên ber derî diyar kirin ku heta êvarî hejmara kesên ku derbasî Kobanê bibin wê zêdetir bibe.