Vegera ji bo Girê Spî didome

Deriyê Sînor ê Girê Sipî û Kaniya Xezalan bi awayekî fermî hate vekirin û bi sedan welatiyên ku ji ber zilma çeteyan û pevçûnan çûbûn Bakurê Kurdistanê, vegeriyan Girê Sipî.

Deriyê Sînor ê Girê Sipî û Kaniya Xezalan bi awayekî fermî hate vekirin û bi sedan welatiyên ku ji ber zilma çeteyan û pevçûnan çibûn Bakurê Kurdistanê, vegeriyan Girê Spî.

Ji ber zilma çeteyên DAIŞ’ê û pevçûnên ku di pêngava rizgarkirina herêmê ya YPG/YPJ’ê û Burkan El-Firat de qewimîn, gelek şêniyên Girê Spî (Til Ebyad) neçar man koçî Bakurê Kurdistanê bikin.

Dema bajar ji çeteyan hate paqijkirin, welatiyan xwestin ku vegerin malên xwe û hinek jî vegeriyan. Lê hêzên YPG/YPJ’ê û Burkan El-Firat ji ber domandina xebatên lêgerînê û ewlekariyê, dîsa temamkirina tedbîran, ji bo çend rojan derî girtibûn û bi awayekî fermî nehatibû vekirin.

Piştî ku xebatên lêgerînê hatin meşandin û bi armanca parastina nava bajar hêzên Asayîşê hatin avakirin, Deriyê Sînor ê Girê Spî û Kaniya Xezalan (Akçakale) îro bi awayekî fermî hate vekirin. Bi vekirina derî re, bi sedan şêniyên bajar û gundên derdora wê, di Deriyê Sînor ê Gir Spî re derbasî herêmê bûn. Deriyê sînor wê her roj di navbera saetên 09.00-12.00 û 14.00-17.00’an de vekirî be û welatî wê karibin vegerin malên xwe.