Vê hefteyê aqûbeta M. Seîd Turuk hate pirsîn

Vê hefteyê aqûbeta M. Seîd Turuk hate pirsîn

Dayîkên Şemiyê yên Cizîrê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de çîroka M. Seîd Turuk yê ku li navçeya Cîzirê di sala 1992'yan de hate gulebarankirin vegotin.

Dayîkên Şemiyê yên Cizîrê li ber Dibistana Amadeyî ya Cizîrê çalakiya xwe ya heftane ya "Winda bên dîtin kiryar bên darizandin" li dar xistin. Dayîkên Şemiyê, di çalakiyê de wêneyên kesên di salên 1990'an de hatin windakirin û qetilkirin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka M. Seîd Turuk hate vegotin.

Ligel Dayîkên Şemîyê gelek xizmên windayan û rêveberên MEYA-DER'ê jî tevlîbûn. Dayîka M. Seîd Turuk ê ku di sala 1992'yan de li taxa Nur a Cizîrê ji aliyê endamên JÎTEM'ê ve hate gulebarankirin Rabîa Turuk çîroka kurê xwe vegot û diyar kir ku, di demjimêrên êvarê de dema kurê min ji kar vedigeriya malê ji hate gulebarankirin. Turuk anî ziman ku, dema dengê çekan hat çû cihê kurê wê lê hate qetilkirin û wiha bûyer vegot:

"Min ber bi cihê dengê çekan ve dest bi bezê kir. Dema ez gihiştim cihê bûyerê min dît ku kurê min di nav xwînê de li erdê ye. Em dizanin ji aliyê kesên ji bo JÎTEM'ê dixebitîn ve hate qetilkirin. Li derdorê gelek kesên bûn şahidê bûyerê hene. Ev qatilên dewletê ne, çima nayên darizandin." Turuk da zanîn ku, êdî nikare xwe li ser piyan bigire û heta qatilên kurê wê neyên darizandin dest ji têkoşîna xwe bernade.

Pişt re Dayîkên Şemiyê çalakiya rûniştinê li dar xistin.