Uca: Di 2012’an de jî çalakiya Mazlûman didome

Uca: Di 2012’an de jî çalakiya Mazlûman didome

Parlamentera berê ya Parlamentoya Ewropayê (PE) Feleknaz Uca duh ji bo rojekî piştgiriyê bide çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ya ku ji aliyê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ve hatiye destpêkirin, çalakiya xwe bi dawî kir. Uca diyar kir ku, duh 1982 bû îro 2012 ye û dîsa berxwedana Mazlûman didome.

Parlamentera berê ya Parlamentoya Ewropayê (PE) Feleknaz Uca duh ji bo rojekî piştgiriyê bide çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku 12'ê îlonê ji hêla girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ve hatibû destpêkirin, li Şaxê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê rojekî çalakiya birçîbûnê dabû destpêkirin, çalakiya xwe bi dawî kir.

Uca di dema çalakiyê de, ji hêla gelek rêveberê saziyên sivîl, Serokê ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî, Seroka TUHAD-DER'ê Zubeyde Teker, hunermend Farqîn û berdevkê SES'a Amedê Ramazan Kaval ve hat ziyaretkirin. Uca debarê çalakiya xwe de daxuyaniyek kurt da û diyar kir ku, armanca çalakiya wê ew bû ku dengê girtiyan yê ku hinek naxwazin bibîhîzin, bidin bihîstin.

'DÊ LI HER QADÊ ÇALAKIYÊN ME BIDOMIN'

Feleknaz Uca di dirêjiya axaftina xwe de destnîşan kir ku, çalakvanên ku ketine çalakiya birçîbûnê tenduristiya wan her ku diçe xirabtir dibe û ev tişt got: "Êdî her kêliya ku derbaz dibe ji bo çalakvanan gelekî girînge. Divê demildest xwestekên wan bên dawîn. Lê Wezîrê Edaletê Sadullah Ergîn di peyama xwe de diyar kiriye ku, ew dê gavan ne avêjin."

Uca di peyama xwe de bang li raya giştî ya navneteweyî jî kir û ev tişt anî ziman: "Divê ev pirsgirêk êdî bê çareserkirin. Cejneke herî girîring jî ji bo kurdan zêde dibînin."

Uca berxwedan Zindana Amedê ya 1982'yan jî bi bîr xist û wiha axivî: "Çalakiya Mazlûm Dogan û hevalên wî di sala 1982'yan de hate xwedî wateyek gelekî girîng bû. Duh 1982 bû îro 2012 ye û dîsa berxwedan Mazlûman berdewam dike."

Uca di dawiya axaftina xwe de aşker kir ku, belkî 24 demjimêrên wan li vir diqede, lê dê çalakiyên wan li hemû qadan berdewam bikin.