Hevserokê KCD'ê û Parlementerê Mêrdînê Ahmet Turk, li gel rêveberên BDP'ê yê Mêrdîn û Qoserê cejna gel pîroz kir û pişt re malbatên Yigît ku di navbera wan de neyartî çêbibû li hev anîn.
Hevserokê KCD'ê û Parlementerê Mêrdînê Ahmet Turk, li gel rêveberên BDP'ê yê Mêrdîn û Qoserê û rêveberên MEYA-DER'ê cejna gel pîroz kirin. Heyeta BDP'ê li avahiya BDP'ê ya Mêrdîn cejna gel pîroz kir û pişt re dayîka gêrîlayê HPG'ê Yusuf Bariş (Huseyin Munzur) li mala wan ziyaret kir. Turk di ziyaretê de diyar kir ku, ew bi kuştinan pir xemgîn dibin. Turk,ani ziman ku, ew dê her tim rêça ciwanên kurd ên di vê dozê de jiyana xwe ji dest didin bişopînin. Heyeta BDP'ê pişt re hatin Qoserê û li avahiya BDP'e ya Qoserê cejna welatiyan pîroz kirin.
KCD'Ê Û BDP'Ê CEJNA GEL PÎROZ KIR
Heyeta BDP'ê û KCD'ê pişt re malbatên Yigit ku di 6'ê Tebaxê de ji ber pirsgirêka zeviyan bibûn neyarên hev li hev anîn û aştiya wan pêk anîn.