TUHAD-DER: Bi lezgîn Birêz Ocalan serbest berdin

TUHAD-DER: Bi lezgîn Birêz Ocalan serbest berdin

Şaxa Diyar TUHAD-DER'ê li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê daxuyanî da û wiha bang li hikûmetê AKP'ê kir: "Demek zûtirîn Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan serbest berdin."

Şaxa Diyar TUHAD-DER'ê ya Amedê ji bo balê bikşîne ser pirsgirêka girtiyên nexweş û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar bikin li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê daxuyaniyê dan çapemeniyê.

Di çalakiyê de Rêveberên Diyar TUHAD-DER'ê, endamên Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê, Rêveberên BDP'a Amedê û nûnerên MEYA-DER'ê û gelek kesên din amade bûn. Komê beriya daxuyanî bidin çapemeniyê girtiyên ku di rîngê de nîşana serkeftinê bilind kir û kom silav kir, komê jî bi tilîlî û dirûşmeyan silava girtiyan da.

'DEST JI POLÎTÎKAYÊN XWE YÊN QIRÊJ BERDIN'

Li ser navê Şaxa Diyar TUHAD-DER'ê, dayika Aştiyê Seher Gorenç, axivî û wiha got: "Ji bo li Tirkiyeyê aştiyek mayinde pêk bê, divê berî her tiştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest bê berdan. Divê bi lezgîn muzakere destpê bike. Ciwanên kurd û tirk ji ber polîtîkayên AKP'ê tên kuştin. Em dixwazin hikûmeta AKP'ê dest ji polîtîkayên xwe yên qirêj berde. Birêz Abdullah Ocalan 391 rojin nikarin bi parêzeran re hevdîtin pêk bînin. Binpêkirina mafên girtiyan di asta herî jor de zêde dibe. Em dixwazin şert û mercên girtîgehan bên başkirin û girtiyên nexweş serbest bên berdan. Em Azadiya Birêz Ocalan dixwazin."