Tûglûk: Kurd dê bi van polîtîkayên xapînok nexapin

Tûglûk: Kurd dê bi van polîtîkayên xapînok nexapin

Hevseroka KCDê Aysel Tugluk, di derbarê grêva birçîbûnê de nêzîkatiya hikûmatê bi zimanekî tund rexne kir û got; ‘’Kurd êdî wê bi kurtêlan qîma xwe neyînin. Kurd dê neyên xapandin jî. AKP bawer dike ku bi taloqkirinê dê çareser bike lê em ê neyên lîstikê’’

Li gel Hevseroka Giştî ya BDPê Gultan Kişanak, parlementerên BDPê Sirri Sureyya Onder, Sabahat Tuncel, Adîl Kurt, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr û Aysel Tugluka ku di bînaya KCDê de tevlî greva birçîbûnê ya domdar û bêveger bûyî ji ANFê re nirxandin kirin.

‘’ERDOGAN DEREWAN DIKE’’

Aysel Tugluk diyar kir ku di derbarê greva birçîbûnê de ti rayedaran xwe negihandina wan û got Erdogan berovajî dike: ‘’Jixwe li Tirkî yekdesthilatiya Erdogan heye. Peyaman ew dide. Îro jî gotiye; ‘’piraniya daxwazan hatiye qebûlkirin. Ti daxwaz nehatine dabîn kirin. Erdogan derewan dike. Parastina bi zimanê xwe jî bi berxwedana girtiyên KCKyî ev 3 sal in ketiye rojevê. Ji bo vê jî AKPê ji bo daxwazên kesên ku di grevê de ti gav ne avêtine.

‘’AKP HEWL DIDE KU TALOQ BIKE LÊ EM PÊ NAXAPIN’’

Tugluk diyar kir ku ew jî heta ku pirsgirêk çareser bibe dê greva birçîbûnê bidomînin. Tugluk bal kişande ser ‘’taqtîka awiqandinê’’ ya ku ji hêla Hikûmata AKP ve tê meşandin û got; ‘’Kurd dê bi van polîtîkayên xapînok nexapin; ‘’Em ê jî wekî hevalên xwe yên girtî heya ku pirsgirêk çareser bibe greva birçîbûnê bidomînin. Rewşeke wiha heye; Kurd êdî dê ne bendewar bin ku hikûmet hin kurtêlan ‘’bibexşîne’’ Di nav sînorên ku Erdogan diyar kirine de êdî ji zû de wext derbas bûye ku em li bendê bin pirsgirêka kurd were çareser kirin. Êdî awayê desthilatdariya AKPê ku têgihên demokrasî, azadî, aşîtiyê di zimanê xwe digerîne û pê re jî siyaseta herî zalimane dimeşîne, me nas kir. Kurdan nikarin bixapînin, bi hin gotinan nikarin wan bixapînin.’’

‘’EM Ê JI DARVEKIRINÊ BITIRSIN?’’

Tugluk mijara darvekirinê ya ku Erdogan van demên dawî pir tîne rojevê wekî şantajê pênase kir. AKP siyaseta îmha û înkarê ku mafê kurdan nas nake didomîne. Ji hikûmetên berê cihêtiya dê tenê rêbaz û amûrên wê ne. Li şûna ku di greva birçîbûnê têxe rojeva xwe behsa darvekirinê dike. Darvekirinê nîşanî kurdan dike û bi vî awayî jî şantajê li kurdan dike. Rasterast kurdan çavtirsandî dike.

‘’GIRTÎ DIXWAZIN KU SÎSTEMA ÎMRALIYÊ JI HOLÊ RABE’’

Tugluk diyar kir ku beriya ku ew dest bi greva birçîbûnê bikin wan bi girtiyan re hev dîtine û got wan ji bihistyariya gel hêz standine, ji kêferatên gel kêfxweş in. Tugluk got ku; ‘’girtî pir bi biryar bûn. Mînak gotin ku gotinên Arinç taktîka awiqandinê ne û gotin ewê bi vê nexapin. Bi biryar in ku daxwazên xwe venekişînin. Di derbarê daxwazên têkildarî Rêberê Gelê Kurd Ocalan de jî, Tugluk diyar kir ku daxwaza wan ne tenê hevdîtinên bi parezeran re ye; ‘’Bi biryar in ku sîstema Îmraliyê bi tevahî ji holê rabe û li gel vê dîsa bi biryar in ku dîsa pêvajoya muzakereyê yên bi rêzdar Ocalan re dest pê bikin. Divê wekî mijareke biçûk neyê dîtin.

‘’LI DERDORA DAXWAZÊN GIRTIYAN DIVÊ TÊKOŞÎN WERE DAYIN’’

Tugluk bi bîr xist ku cihê çareseriyê îmralî ye û wiha domand; ‘’Pirsgirêka kurd gihaye qonaxeke krîtîk. Li gorî me jî cihê çareseriya vê meselê Îmralî ye. Çalakiyeke bi rûmet û têkoşîneke fedaî didin. Gelê kurd jî divê berxwedanê berz bike. Heya niha tim bi dayina berdêlan em bi ser ketin, dîsa dê wiha be.’’

‘’…DÊ PIR DERENG BE!’’

Hevseroka KCDê Aysel Tugluk hişyarî da AKPê û got; ‘’Sibê ji bo her kesî dibe ku dereng be; ‘’…Polîtîkayên ku dişopînin dê bi wan bide windakirin. Pirsigrêk zûzûka divê were çareserkirin. Sibehî dibe ku ji bo her kesî dereng be. Heke sibehî ji girtîgehan nûçeyên nebaş werin wê bibe qîr û qiyamet. AKP beriya ku rê li ber van tiştan veke divê gavan bavêje. Gavan neavêjin jî kurd tiştekî winda nakin. Ji vê bawer im ku yan daxwaz wê bêne qebûlkirin yan jî rêyeke din nîne.