TŞYG: Em ji sivîlên ku li Pilûrê birîndar bûne, lêborînê dixwazin
Fermandariya TŞYG’ê ya Dersîmê ji ber ku di çalakiyên 13’ê Hezîranê li dijî lojmanên Edliyeya Pilûrê û kuleyên van lojmanan de sivîl birîndar bibûn, lêborîn xwest.
Fermandariya TŞYG’ê ya Dersîmê ji ber ku di çalakiyên 13’ê Hezîranê li dijî lojmanên Edliyeya Pilûrê û kuleyên van lojmanan de sivîl birîndar bibûn, lêborîn xwest.
Fermandariya TŞYG’ê ya Dersîmê ji ber ku di çalakiyên 13’ê Hezîranê li dijî lojmanên Edliyeya Pilûrê û kuleyên van lojmanan de sivîl birîndar bibûn, lêborîn xwest.
Fermandariya Dersîmê ya Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) daxuyaniyek nivîskî weşand, bi bîr xist ku hêzên wan 13’ê Hezîranê li dijî Lojmanên Edliyeya Pilûrê û kuleyên van lojmanan çalakiyek bi wesayîta bombebarkirî li dar xistine. Fermandariya TŞYG’ê ya Dersîmê diyar kir ku di vê çalakiyê de zerarên mezin gihiştine lojmanên edliyeyê, got: “4 dijmin jî hatine bêbandorkirin. Hêzên me bi serkeftî çalakî li dar xistine û bêyî kuştiya bide ji qadê vekişiyaye.
Dema çalakiyê ji gel hin kes jî birîndar bûne. Ev birîndarî ji derveyî plansaziya me û armanca çalakiya me pêk hatine û qezayek e ku em pê xemgîn bûne. Hêzên me bi temamî dijmin kirine hedef. Wek çawa me ji gel ti kes nekirine hedef, birîndarbûyin jî ji ber bi tesadufî mirov li wir bûn pêk hatine. Her çiqasî me dijmin kiribe hedef û çalakî pêk anîbe jî, di encam de ji ber çalakiyê mirovên ji gel birîndar bûne. Ji ber em bûne sedema van birîndariyan, em ji gelê xwe yê Pilûrê lêborînê dixwazin. Ji bo birîndaran şifaya lezgîn dixwazin.
Em wek hêzên şoreşger, xetek me ya çalakiyê ku çalakiyên zerarê nagihîne gel heye. Wek kesên têkoşîna gel dimeşîne, di serî de kesên birîndarbûyî, em dixwazin dema tevahî gelê me çalakiyan binirxînin vê nêzîkatiyê esas wergirin. Li dijî hêzên dijmin û cihên xwe lê bi cih kirine, wê ji niha û şûn de jî çalakiyên hêzên me çêbibin. Ji bo gelê me ji çalakiyan bandor nebin, divê xwe ji cihên wisa dûr bixin. Pêwîst e gelê me jî li ser vî esasî tevbigere.
Wek çawa navend û pêkhateyên dijmin hedefên me ne, her wiha pêkhateyên hevkar-sîxur ên herêmî, dîsa kesên ji dijmin re xurek, lojîstîk û hwd. vediguhezînin jî hedefên me ne. Her cure xebatên ku bi dijmin re bên kirin wê bên cezakirin. Em kesên bi dijmin re dixebitin cara dawî hişyar dikin; ji vî sûcî dûr bikevin, di refên gel de mil bidin têkoşîna gel. Berevajî wê ev pêkhate jî bi awayekî herî giran bên cezakirin. Em jî bendewar in ku gelê me van pêkhateyan tenê bihêlin û ji xwe dûr bixe. Ev pêkhateyên ku zerarê digihînin têkoşîna gelê me, divê di nav gel de bi rehetî negerin, bên teşhîrkirin.”