TOKÎ’yê Sûr veguherand herêma şer

Li taxên ku cihên gerê yên turîstan e, kavilên avahiyên hilweşiyane, derdorê qirêj dikin û niha ev der bûne cihê kesên ku tiryakê bikartînin. Welatiyên herêmên ku TOKÎ’yê hilweşand û nîvco hişt, veguhertina bajarvaniyê dixwazin.

Li taxên ku cihên gerê yên turîstan e, kavilên avahiyên hilweşiyane, derdorê qirêj dikin û niha ev der bûne cihê kesên ku tiryakê bikartînin. Welatiyên herêmên ku TOKÎ’yê hilweşand û nîvco hişt, veguhertina bajarvaniyê dixwazin.

Bi Xebata ‘Veguhertina Bajarvaniyê’ re li Amedê piştî protokola ku di 2009’an de Wezareta Bajarvanî û Derdorê, TOKÎ, Walîtî û Şaredariya Mezin û Sûrê yên Amedê îmze kirin, biryar derket ku li navçeya Sûrê bi sedan avahî bên hilweşandin û yên li vir dijîn jî  bo wan avahiyên TOKÎ’yê bên dayîn. Li gorî protokola hat îmzekirin li Taxa Alîpaşa,Lalebey, Fatîhpaşa, Cevatpaşa biryara hilweşandina hezar û 202 avahiyê hat girtin.  Li Taxa Alî Paşa û derdora Mizgefta Hz. Suleyman beşek avahiyan hatin hilweşandin û pereyê beşek xwediyê avahiyan hat dayîn, lê  yên gelekan jî nehat dayîn. Malbat mexdûr bûn. Malbatên xaniyên wan hatin hilweşandin çûn kirê û ji ber lihevnekirin jî avahiyên hatin hilweşandin wisa dipên.

Şêniyê Taxa Alîpaşayê û azayê muxtar Abdurrahman Yagan diyar kir ku divê avahiyên vala bên hilweşandin û da zanîn ku ji bo vê bi dehan carî serlêdan kirine û got: “Ev der bûne cihên kesên ku tiryakê bi kar tînin. Bi şevan ji her cureyê mirov tên van avahiyan.  Me bi dehan carî serlêdan kir ku ev avahî bên hilweşandin.  Ev der bûne sergo, bûne cihên diz û bikaranîna tiryakê. Em ji vê bi fikarin. Bi xetere ne. Bi şev kes tên tê dimînin û agir pê dixin.”

Yagan bi lêv kir ku ev 30 sal e li Taxa Alîpaşa dijî û xaniyê xwe bi xwe çêkiriye û got: “Dema proje nû dest pê kir, hatin xaniyên wêran bi pereyên ku berdêla wan kêmtirbûn, biha kirîn. Nêzî 50-60 û 100 hezar TL yî dan. Niha jî dixwazin xaniyên me erzan bikirin. Em jî wisa qebûl nakin. Ji Otela Kerwansaray heta Çîtfkapi, xwediyê xaniyên ku xaniyê wan li ser cadeyê ev qebûl nekirin. Em naxwazin ji TOKÎ’yê xanî bidin me. Bila projeyê pêşkêşî me bikin em li gorî wê xaniyên xwe ji nû ve ava bikin. An jî bila ew bên  avabikin. Em naxwazin xaniyên xwe bi 80-90 hezarî bidin û ji TOKÎ’yê xanî bigirin.”

Muxtarê Taxa Dabanoglu Abdullah Babrak diyar kir ku têkildarî mijarê de serî li flatformên cuda dane, lê ti encam negirtine û got: “Ew aliyê taxê wêran bûye.  Bûye sergo. Me dike nava fikaran. Bi dehan carî di çapemeniyê de cih girt.  Me mijar anî rojevê lê me encam negirt.”

Wezareta Bajarvaniyê û Derdorê heta dawiya 2018’an de li herêma GAP’ê di serî deli Sûra Amedê projeya Veguhertina Bajarvaniyê daye destpêkirin, di vê çarçoveyê de kesên xaniyê wan hatine hiweşandin jî wê ji bo wan ji TOKÎ’yê xanî bê dayîn û li şûna avahiyên hatine hilweşandin jî wê projeyên cuda bikin jiyanê.

Ji sala 2009’an heta niha ku protokol hat îmzekirin avahiyên hilweşandina wan nîvco hiştin, xetereyê belav dikin.

...