Komîteya Partiyê ya Rojhilata Navîn a TKP-ML, di daxuyaniya ku têkildarî qirkirina Ermenî û Suryaniyan a 24’ê Nîsanê da got, “Dewleta T.C. we nikare xwe ji hesabdayîna tiştên duh û îro kirine rizgar bike.”
TKP-ML di daxuyaniya ev xisûs diyar kir:
“Wê dewleta Tirk ji hesabê komkujiyên Sêwas, Çorum, Mereş, Lîce, Cizîrê, Roboskî, Soma, Rojava nikare xwe rizgar bike. Dewleta T.C. tenê li hember gelê Ermenî sûc nekiriye. Li hember gelên Suryanî, Keldanî, Rûm, Kurd, Elewî; karker, şoreşger, şervanên azadiyê yên Kurd bê hejmar sûc kirine…
Dewleta wê nikaribe di wîjdanê gelên mazlûm de xwe ji darizandina sûcê bûyîna rêxistina sûc a qetlîamker rizgar bike.”