Li Serêkaniyê piştî ku komên çekdar daxwaza agirbestê kirin û YPG’ê jî bi şertên ku ev kom ji bajêr derkevin û ji hemû netewên li bajêr meclîsek bê avakirin ev daxwaz qebûl kir, Tirkiye ket dewreyê. Hate hînbûn ku, hinek rayedarên Tirkiyeyê di bin navê rojnamevanan de bi van koman re axivîne û xwestine ku şer bikin, ji bo vê jî çiqas çek bixwazin dê bidinê. Hate gotin ku, koman ev yek qebûl nekiriye, li ser vê yekê jî Tirkiyeyê sînorê xwe girtiye.
Li Serêkaniyê piştî ku di 23’ê Mijdarê de komên çekdar daxwaza agirbestê kirin, duh di navbera YPG’ê û heyetek ji van koman hemûyan hatiye avakirin hevdîtinan destpê kiribû. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin di hevdîtinan de rayedarên YPG’ê herdu şertên agirbestê yên wekî, “Bila komên çekdar ji bajêr derkevin û ji bo birêvebirina bajêr ji hemû netewên li bajêr meclîsek bê avakirin” dubare kirin. Her wiha li ser guhertina kesên dîl hatine girtin jî di hevdîtina de hate rawestîn.
Dema hevdîtin dom dikirin, komên çekdar jî ji nava bajêr derketin û li sînorê Bakûrê Kurdistanê kom bûn.
TIRKIYE DÎSA KET DEWREYÊ
Di demeke ku ev geşedan çêbûn de, hate hînbûn ku Tirkiye dîsa ketiye dewreyê û hewl dide ku komên çekdar dîsa şer bikin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, îro serê sibehê hinek rayedarên Tirkiyeyê dibin navê rojnamevanan de hatine Serêkaniyê û bi komên çekdar re hevdîtin pêk anîne. Hate gotin ku, di vê hevdîtinê de rayaderên tirkan ji van koman xwestine ku dîsa li dijî YPG’ê şer bikin û beramberî vê jî di serî de çek çi bixwazin dê bidinê.
SÎNOR HATE GIRTIN
Li gorî agahiyan komên çekdar ev daxwaz qebûl nekiriye, li ser vê yekê jî Tirkiyeyê sînor girtiye û kom tehdît kirine. Hate ragihandin ku, komên çekdar li navenda bajêrê Serêkaniyê nemane, li sînorê Bakûrê Kurdistanê radiwestin.
Li aliyê din ji bo guhertina kesên dîl hatine girtin, hate gotin komên çekdar beramberî dîlan çekên xwe yên hatine desteserkirin jî xwestine, lê YPG’ê qebûl nekiriye.
Li bajarê ku bêdengiyek heye, hêzên YPG’ê pozîsyona xwe diparêzin û tedbîrên xwe jî zêde kirine.