Tirkiyeyê bi çi rengî 6 YPG'yî radestî El Nûsra kir?

Şervanên YPG'ê yên birîndar ên li mêvanxaneyek li Enqereyê di serdegirtina polîsan de hatin binçavkirin, li şûna ku ji Kobanê re werin şandin, ji deriyê sînor ê Cîlvegozê radestî cîhadiyên El Nûsra hatin kirin.

Şervanên YPG'ê yên birîndar ên li mêvanxaneyek li Enqereyê di serdegirtina polîsan de hatin binçavkirin, li şûna ku ji Kobanê re werin şandin, ji deriyê sînor ê Cîlvegozê radestî cîhadiyên El Nûsra hatin kirin.

Çend roj berê polîsên Tirk li Enqereyê avêtin ser mêvanxaneyekê û birîndarên YPG'yî Ahmet Şêrko, Omer Qadir, Rêber Seyho, Ehmed Helûm, Cemal Ehmed û Beşîr Mihemed kirin binçavan.

6 Kobanêyiyên berî tedawiya wan temam bibe hatin binçavkirin, ji bo bên dersînorkirin birin Midûriyeta Şaxê Biyaniyan.

ÇIMA JI DERIYÊ SÎNOR Ê MURŞÎTPINARÊ NEHATIN DERSÎNORKIRIN?

6 birîndar li şûna ku ji deriyê sînor ê Murşîtpinarê yê di bin kontrola YPG/YPJ'ê de ye bên dersînorkirin, ji deriyê sînor ê Cîlvegozu Reyhanli (Bab El Hewa) yê di bin kontrola El Nûsra de ye, hatin dersînorkirin.

Bi vî rengî dewleta Tirk 6 YPG'yiyên li dijî cîhadperestan xaka xwe diparastin û birîndar bûn, radestî çeteya faşîst El Nûsra kir.

Fermandariya YPG'ê ya Kobanê ji dewleta Tirk xwest ku di vê der barê de tavilê daxuyaniyeke lezgîn bide û hevalên wan teslîmî wan bikin.

'EW ŞANDIN MIRINÊ'

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan diyar kir ku ji bo hînbûna aqûbeta 6 birîndaran bi rojane ew di nava hewldanan de ne, lê ti encam bi dest nexistine. Ayhan anî ziman ku li gorî agahiyên Midûriyeta Şaxê Biyaniyan ji wan re ragihandiye, birîndar ji deriyê sînor ê Cîlvegozu hatine dersînorkirin.

Ayhan got, "Diviyabû Rojavayiyên birîndar derbasî Kantona Efrînê bihata kirin. Me ji Kantona Efrînê pirsîn, negihaştine wir. Dewleta Tirk bi awayekî fermî ev mirov şandine mirinê. Ev yek li gorî hiqûqa navneteweyî cînayet e."