Tiba Edlî: Di dema zayinê de jêvebûna serê zarok normal e

Du sal berê, di dema zayinê de, serê zarokekê jê vebibû. Malbatê li hemberî vê yekê gilî kir. Saziya Tiba Edlî vê bûyera ku tê de serê zarokê jê vebû weke “Bûyereke normal” bi nav kir.

Du sal berê, di dema zayinê de, serê zarokekê jê vebibû. Malbatê li hemberî vê yekê gilî kir. Saziya Tiba Edlî vê bûyera ku tê de serê zarokê jê ve bû weke “Bûyereke normal” bi nav kir.

Beriya du salan li Nexweşxaneya Zayin û Nexweşiyên Zarokan di dema zayina jina bi navê Hatîce Abo de serê zaroka wê jê vebibû. Malbatê li hemberî vê yekê giliî kir. Piştî giliyê Saziya Tiba Edlî dest bi lêpirsînê kir û di encama lêpirsînê de biryara “bûyereke normal e” da û dozgeriyê biryar da ku pêwîstî bi lêpirsîna têkildarî bûyerê tine ye. Malbata  Abo bi rêya Prz. Şakir Arslan serî li Dadgeha Ceza ya Sulhê da û li hemberî bûyerê îtîraz kir.

SERÊ ZAROK JÊ VE BÛ, LAŞÊ ZAROK BI EMELIYATÊ HATE DERXISTIN

Jina bi navê Hatîce Abo ya ku keçek wê ya çar salî heye û piştî zarokek a wê çêbû û bû ducanî, roja 22’yê 2013 ew birin Nexweşxaneya Dursun Odabaşi ya YYU ya Wanê. Piştî mudaxeleya destpêkê Abo veguhestin Nexweşxaneya Zayina Jinan û Nexweşiyên Jinan a Wanê. Piştî janên Abo zêde bûn, ew birin servîsa zayinê.

Piştî çend deqeyan serê zarokê kur derket, lê laşê wî derneket. Di encama mudaxeleyê de serê zarok li laşê wî ve bû. Li hemberî vê yekê bijîşkan Hatîce Abo birin emeliyatxaneyê û ji laşê zarok bi rêya serzeryanên derxistin.

TIBA EDLÎ GOT NORMAL E, DOZGERIYÊ GOT PÊWÎSTÎ BI LÊPIRSÎNÊ NE

Cota bi navê Hatîce û Bahattîn Abo li hemberî bijîşkê berpirsê zayinê Nîhat Înan li dozgeriyê doz vekir. Cenazeyê zarok jî birin Saziya Tiba Edlî û lêkolîn li ser hate kirin. Piştî giliyê Saziya Tiba Edlî dest bi lêpirsînê kir û di encama lêpirsînê de biryara “bûyereke normal e” da û dozgeriyê biryar da ku pêwîstî bi lêpirsîna têkildarî bûyerê tine ye.

MALBATÊ LI HEMBERÎ BIRYARÊ ÎTÎRAZ KIR

Parêzerê malbatê Şakir Arslan li hemberî biryarê îtîraz kir. Prz. Arslan ku serî li Dadgeha Ceza ya Suhlê da got: “Dozgeriyê tenê li gorî rapora Saziya Tiba Edlî biryarê da. Me piştî vê biryarê îtîraz kir. Ger Dadgeha Ceza ya Sulhê vê biryar betal bike, wê careke din lêpirsîn bê destpêkirin.  Ger biryarê betal neke wê dosya jî bê girtin.”