Şirnex vegerî qada şer

Şirnex vegerî qada şer

Li Şirnexê bi hezaran kesên dest bi meşê kirin, rastî êrîşa polîsan hatin. Girseyê li hemberî êrîşa polîsan li ser rê bend danîn. Bi hezaran bersiv dan polîsan û pevçûn didome.

Li navçeya Şirnexê bi hezaran kesên ku li ber avahiya BDP'ê kom bûn, bi boneya piştgiriyê bide çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ya girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê ku 49 rojin di grevê de ne, bi slogana "Bijî Serok Apo" ber bi Qada Komarê ve dest bi meşê kirin. Bi hezaran kesên dest bi meşê kirin rastî êrîşa polîsan ya bi ava şit û bombeyên gazê hatin. Girseyê jî bi keviran bersiv da polîsan. Di êrîşa polîsan de gelek kes birîndar bûn. Bi hezaran kesên ku li kolan û taxan barîkat danîn û pevçûn didome. Pevçûna di navbera girseyê û polîsan de li hemû taxan belav bûn. Bûyer didomin.