Li gundê Qestel Cendo û derdora wê komên çekdar hewldanên xwe yên êrîşkirina gund didomînin, lê rastî berxwedana yekîneyên parastinê tên. Li aliyê din şêniyên gund û derdora wê jî daket kolanan û hêrsa xwe tînin ziman.
Li derdora bajarê Efrînê êrîşên komên çekdar ku tê gotin têkiliya wan bi Tirkiyeyê û hinek partiyên kurd re heye, didomin. Piştî êrîşên ku 3 rojan li dijî gundê Qestel Cendo pêk hatin, heman koman îro jî serê sibehê careke din êrîşî gund kirin. Komên behsa mijarê vê carê êrîşên xwe berfireh kirin û êrîşî gundê Yazibag jî kirin. Lê rastî berxwedana yekîneyên parastinê komîteyên sivîl hatin. Hate gotin ku ev komên hanê xwe amade dikin ku êrîşî navenda Efrînê jî bikin û komkujiyê pêk bînin.
CAREKE DÝN ÊRÎŞ KÝRÝN
Hate ragihandin ku heman koman saet di derdora 15.00'yan de dîsa xwestine êrîşî gundê Qestel Cendo û Dikme Daş bikin, lê rastî berxwedana dijwar a yekîneyên parastinê û komîteyên sivîl hatine. Di pevçûnên ku cîh bi cîh didomin de derbarê kuştî û birîndaran de agahiyên zelal nehatin girtin.
GEL DAKET KOLANAN
Li aliyê din şêniyên gundê Cestel Cendo û derdora wê jî daketin kolanan û meşek şermezar kirinê lidar xist. Girseya gel, hêrsa xwe ya li dijî êrîşan anîn ziman û diyar kirin ku ew dixwazin di nava aştî û biratiyê de bijîn.
LÝ RACO JÎ MEŞ TÊ LÝDARXÝSTÝN
Hate gotin ku dê saet di 17.00'an de jî, li bajaroka Raco bi beşdariya welatiyên ji hemû neteweyan meşek bê lidarxistin. Hate gotin ku dê di meşê de peyama, "Em biratiya gelan dixwazin, dixwazin di Suriyeyek demokratîk de bijîn. Em ê li dijî êrîşan rawestin" bê dayîn.
HÊZÊN TARÎ TEVLÎHEV DÝKÝN
Hate hînbûn ku ev komên çekdar ji aliyê dewletên wekî Tirkiyeyê têne piştgirîkirin û tê xwestin ku li herêmên kurdan tevlîhevî derkeve. Her wiha hate gotin ku tiliya hinek derdor û partiyên kurdan jî di van bûyeran de heye û tê xwestin ku îradeya gelê kurd bê şikestin, bi vî rengî herêmên kurdan dîsa bêne dagirkirin.