Şengal: PKK jiyana azade

Şengal: PKK jiyana azade

Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Zekî Şengal 34. salvegera damezirandina PKK'ê nirxand û wiha got; “ PKK hevdîtina gelê Kurd bi jiyanê re pêk anî. PKK jiyana azade.” Şengal diyarkir ku, “Damezrandina partiyê ji bo me zayîne û dîroka destpêkirina ji xwe baweriyê ya gelê Kurdistanê ye”

Şengal şert û mercên ku PKK tê de derketiye nirxand û wiha axavî; “di serî de em sersala PKK li Rêber APO û hemû gelê me pîroz dikin. Bê goman di sala 1978’an de û beriya ku partiya me derkeve rewşa gelê Kurd pir xirab bû. Ji ber ku tiştê bi navê Kurd tune bû û her dem di bin koletiyê de bûn. Hemû kêliyên jiyanê de asîmlasyon, bê îrade, bê bawerî û di nava tirsê de bû. Bi damezrandina PKK re bingehê jiyan û azadiya kurdistanê destpê kir, ji ber vê tirs vegeriya wêrekiyê. Damezrandina partiyê ji bo me zayîne û dîroka destpêkirina ji xwe baweriyê ya gelê Kurdistanê ye. PKK jiyana azade. Belkî gelê me bi xwe jî di serî de wate nedida vê pêngavê, li gel vê jî neyaran digot ji xwe min hemû gelê Kurd xistiye bin axê û êdî mirine. Êdî ne gengaze ku Kurd serê xwe rake û ji bo mafê xwe jî tiştekî bixwaze. Tam di demeke wiha de PKK xwe gihand gelê Kurdistanê û hişmendiyeke nû da gelê Kurd”

‘PKK PARTIYA ŞEHÎDANE’

Şengal her wiha di derbarê şert û mercên ku PKK tê de hatiye damezrandin de axivî û wiha dirêjî da gotinên xwe; “Di bin zehmetiyan de komek ji hevalan pêşengî kir û bi rêbertiya Rêber APO de partî damezrandin. Wiha PKK ji komeke biçûk belav bû, ne tenê li Bakûrê Kurdistanê, lê li her çarperçeyên Kurdistanê û derveyî welat de xwe bi rêxistin kir. PKK bi xebat û têkoşîna xwe kete nava hewldanan, ji ber vê jî bi derketina PKK re yekser dewleta Tirk dest bi îlan kirina rewşa awarte kir. Her çiqa ku dewletê rewşa awarte jî îlan kir, lê nekarî pêşî li vê têkoşînê bigire. Di sala 1980 de cuntaya faşîst anî ser rêveberiyê, sedema vê hemû ew bû ku çawa pêşî li vê têkoşînê bigrin û nehêlin ku tevgera azadiyê pêş bikeve û gelê Kurd zane bike. Ji ber vê ji wê rojê heyanî niha bi taybet dema ku em li destkefên xwe temaşe dikin, destkeftên gelek bi rûmet, giran buha û pîroz derketine holê. Hemû destkeftên me yên ku derketine holê bi ronahiya ramanên Rêber APO û şehîdên me derketine holê. Ji ber vê em dibêjin ku PKK partiya şehîdane, ji Heqî Qerer û heyanî şehîdên me yên dawî weke hevalê Memedê Goyî, bi hezaran şehîdên şoreşê çêbûne. Her wiha gelê me yê ku bi milyonan bi yek dengî bang dike û hemû saziyên xwe jî ava kirine. Îro jî bi milyonan gelê kurd daketine kolanan û dawa mafê xwe dikin. Em weke tevger, gel û gerîla hemû di vê mijarê de deyîndarê Rêber û şehîdên xwe ne”

‘GELÊ ME BI ŞEHÎDÊN XWE RE TEVDIGERE’

Şengal di derbarê berxwedana ku gelê Kurd îro nîşan dide de jî nêrînên xwe wiha anîn ziman; “ Şehîdên me îro bûne baweriya me ji ber vê îro gelê me jî bi şehîdên xwe re radibe û rûdine. Ji ber vê em dibêjin ku gelê Kurd baweriya xwe di PKK’ ê de dît. Lewma jî li hember hemû êrîşên neyar gelê me bi wêrekiyeke hîn mezin xwe bi rêxistin dike û yekîtiya xwe pêk tîne. Di serî de PKK di ciheke biçûk û bi hejmareke kêm hate damezrandin, lê îro sînorên ku neyaran di nava Kurdistanê de danîne, bi riya vê berxwedaniyê hatiye perçekirin. Hemû sînor di warê bîr û baweriyê de hatine rakirin, her çarperçeyên Kurdistanê bi ramanên Rêber APO û PKK dijî. Û vê jiyanê êdî bingeh girtiye, rihê xwe berdane û êdî fêkiyê wê çêbûye û gelê me jî di roja îro de, ji vê fêkiyê dixwe.

Têkoşîna ku heyanî roja îro hatiye dayîn, ji bo pêşeroja me û ya gelê Kurd e. Weke her kes jî dizane ku rojiyên birçîbûnê ya ku li Bakûrê Kurdistanê dest pê kir, pergala neyaran hejand. Û li hember vê jî gelê me li berxwedan û rûmeta xwe xwedî derketin. Li hember hemû şêweyên komkujî û qirkirina siyasî gelê me di nava berxwedaniyê de ye û tirsa neyar jî ji vê yekê heye. Gelê me jî ji berê zêdetir ji xwe bawere û di nava yekîtiyê de ye. Ji ber gelê Kurd jiyan û hebûna xwe di vê berxwedaniyê de dibîne.

‘HEMÛ KONSEPTÊN LI HEMBERÎ GELÊ ME Û PKK’Ê HATINE RÛXANDIN’

Her wiha wê hemû êrîşên neyar û hêzên ku bi neyar re hevkariyê dikin vala derkeve. Şert û mercê li Rojhelata Navîn de, bûye sedem ku neyar bi têkoşîna PKK re lewaz bikeve, ew konsepta hevbeş ya li hember gelê me û PKK hemû hatine rûxandin. Gelê me di her çar perçeyên kurdistanê de xwedî yekîtiyeke hîn bi hêz e. Îro gelê me ji bo mafên xwe ya demokratîk û rewa hîn çalaktire, zindî ye û dibe mînak ji bo hemû gelên Rojhelata Navîn”

Şengal axaftinên xwe bi pîrozbahî û dayîna peyaman bi dawî kir; “Divê gelê me yê bi rûmet ji bo pêşeroja xwe bi wêrekiyeke mezin asta têkoşînê bilind bike, yekîtî û saziyên xwe bi rêve bibe. Û divê hemû ciwan û jin di vê sazîbûnê de bi awayekî çalak tê de cih bigirin. Mînaka vê yekê jî îro Başûr Rojavayê Kurdistanê ye, ji ber îro ew di ber sînorê azadiyê de ye, ku azadiya xwe bi dest bixîne. Ev jî hêzeke mezin di me de dide avakirin.

Bi wesîleya damezrandina PKK’ê ya 34. de divê her yak ji gelê me, yek xwe bike du kes. Ger wê neyar lewaz bibe û bin bikeve wê ji yekîtiya me be. Wê bi bîr û baweriya me ya bi ramanên Rêber APO û PKK’ê bin bikevin. Di salvegera PKK û di sala 2012’an de li gelê me, Rêber APO û li cîhana pêşvero careke din pîroz dikin.”