Şaredara Dêrikê jî di çalakiya birçîbûnê de ye

Şaredara Dêrikê jî di çalakiya birçîbûnê de ye

Şaredara Dêrikê Çaglar Demîrel ku di sala 2011’an de di operasyonên di bin navê KCK’ê de hatibû girtin, dest bi çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye.

Çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ji 12’ê Îlonê ve ji bo bicih anîna mercên tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, mafên Kurdan yên demokratîk bên pejirandin dayîn destpêkirin, Şaredara Dêrikê Çaglar Demîrel jî tevlî bû.

Li gorî agahiyên ji parêzerên Şaredara Dêrikê Çaglar Demîrel ku di Cotmeha 2011’an di bin navê operasyonên “KCK”’ê de hatibû binçavkirin û girtin, her wiha salek li girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê ye, hate hînbûn ku, şeva din ve dest bi çalakiya birçîbûnê kiriye.