Tevgera Meclîsa Ekolojiyê Dêrsim ziyaret kir

Tevgera Meclîsa Ekolojiyê Dêrsim ziyaret kir. Heyet bi Hevşaredarên Dêrsimê, parlamenterên HDP'ê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl re hevdîtin kirin.

Tevgera Meclîsa Ekolojiyê Dêrsim ziyaret kir. Heyet ji aliyê Hevşaredarên Dêrsimê Nûrhayat Altûn û Mehmet Alî Bûl, parlamenterên HDP'ê yên Dêrsimê Alîcan Onlu û Edîbe Şahîn û parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Edal Ataş, nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), nûnerên partiyên siyasî û endamên Meclîsa Ekolojiyê ya Dêrsimê ve hat pêşwazîkirin.

Hevdîtin li salona civînê ya Encumena Şaredariya Dêrsimê hat lidarxistin.

Heyetê ragihand ku ew ê herêmên ewlekariyê yên li Dêrsimê hatine îlankirin û qadên daristanî yên hatine şewitandin, ziyaret bike. Heyet wê encamên lêkolînên xwe yên li Amed û Dêrsimê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji raya giştî re ragihîne.