Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk dewam dike
HPG'ê da xuyakirin ku şewata ji ber êrîşa hewayî ya artêşa Tirk derket dewam dike û li hemberî qadên gerîla tevgera leşkerî dewam dike.
HPG'ê da xuyakirin ku şewata ji ber êrîşa hewayî ya artêşa Tirk derket dewam dike û li hemberî qadên gerîla tevgera leşkerî dewam dike.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, diyar kir ku Navenda Biryargeha Navenda Parastina Gel, li ser êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk a duh, ku bi awayekî yekalî mercên agirbestê ji holê rakir, daxuyaniyeke berfireh daye û got, "Ev êrîşên bombebaranê yên artêşa Tirk duh dewam kirine û rê li ber şewata erd vekirine. Şewata ji ber êrîşan rû da, dewam dike."
HPG'ê da zanîn ku paralelî van êrîşan, êrîşên hawan, obus û tankan jî dewam kirine û bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif hatiye kirin.
HPG'ê li ser tevgera leşkerî ya artêşa Tirk ev agahî da:
"Ji saet 07:00 ê 30'ê Hezîranê heta saet 11:00 ê 1'ê Tîrmehê (îro), pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa T.C a dagirker li ser herêma Zagrosê keşif kirine. Ji saet 08:30 ê 30'ê Hezîranê heta saet 12:00 ê 1'ê Tîrmehê, balafirên şer geriyan, saet di navbera 09:45 û 12:00 de balafirên şer Girê Derte bombebaran kirine. Her wiha di 30'ê Hezîranê saet di navbera 07:00-12:00 de Girê Derte û Herêma Çarçela yên li xeta sînor a herêma Zagrosê, ji aliyê qereqola Oremarê ya li navçeya Colemêrg Geverê ve bi obusan hatine bombekirin.
Di 30'ê Hezîranê saet di navbera 09:10 û 13:00 de, balafirên şer ên artêşa Tirk qadên Şehîd Rahîme, Şehîd Bager, Şehîd Erdal, Şehîd Gafûr, Şehîd Afat û Şaxê Nêriya yên Avaşîn ên Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirine. Di heman saetan de balafirên şer qada Kaniya Cennetê ya li ser xeta sînor jî bombebaran kirine. Her wiha piştî êrîşa obus, hawan, tank û topan a 30'ê Hezîranê li qadên Şehîd Rahîme, Şehîd Bager, Şehîd Erdal, Şehîd Gafûr, Şehîd Afat, Satê û Şaxê Nêriya agir bi daristanê ketiye û şewat îro jî dewam dike.
Di 30'ê Hezîranê saet di navbera 07:30-15:30 de di ser qada Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa T.C a dagirker keşif kirine. Ev tevgera hewayî li qadên me yên gerîla zêde bûye. Li gorî vê yekê;
Di 30'ê Hezîranê saet di navbera 08:30-12:30 û saet di navbera 21:00-22:00 de li herêma Zapê, di 1'ê Tîrmehê saet di navbera 03:00-04:00 de li herêma Metîna, balafirên şer ên artêşa Tirk geriyane. Her wiha di 30'ê Hezîranê saet di navbera 16:00 - 20:00 de li herêma Zapê û xeta sînor bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif hatiye kirin."