Tevgera leşkerî bênavber didome

Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a li hember herêmên gerîla bênavber didome.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, diyar kir ku tevgera leşkerî ya artêşa Tirk bênavber didome.

HPG’ê têkildarî tevgera leşkerî ev agahî da:

“22’ê Nîsanê saet 14:30 - 15:00’an Qereqola Mamreş a girêdayî Şemzînan a Colemêrgê û di bin kontrola artêşa TC a dagirker de ye, bi çekên giran qadên derdora xwe gulebaran kiriye.

Ji 19’ê Nîsanê ve yekîneyeke leşkerî ya ji 30 kesan wek du koman, li herêma sêgoşeya Mamreş, Bêrox û Serêkanî ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi awayekî veşartî digerin û operasyonê dikin.

Dîsa artêşa Tirk li nêzî qereqola Girana, li girekî nû bi cih bûye û li wir çeperan çêdike.

Her wiha 22’ê Nîsanê saet di navbera 14:30 - 16:00’an de li qada Adilbeg tevgera balafirên şer rû daye.

23’ê Nîsanê (îro) saet di navbera 03:00 - 04:00’an de ji Herêmên me yên Parastinê yên Medya herêma Heftanîn li xeta sînor û li ser qada Şehîd Kendal pêgerên hewayî yên keşfê geriyane. Heman rojê saet di navbera 08:00 - 09:00’an de ji girê Çete yê di kontrola artêşa Tirk de li hember Tepê Kêlik bi obus û hewanan bombardûmanek pêk hatiye.

Ji 21’ê Nîsanê ve li qada navbera gundê Kizilagaç ê girêdayî Kanîreşa Çewlikê û dîsa di navbera gundên Xelîkan û Kizilagaç, artêşa Tirk a dagirker bi awayekî zêde kemînan datîne. Dîsa li derdora gundê Hamamlar ê Çewlikê û li ser rêya Kanîrş-Çewlkê bi wesayîtên zirxî kemîn tên danîn. Herwiha artêşa Tirk li girên hakim ên li Daristanên Kara Cehenem û derdora wê yekîneyên leşkerî yên nû bicih kirine.

22’ê Nîsanê saet 14:00'an li girekî di navbera gundên Lîcok û Qamberhan ên girêdayî navçeya Licê ya Amedê artêşa TC a dagirker bi 6 wesayîtên zirxî operasyonek pêk aniye. Ev opersyona ku bi armanca keşfê pêk hatiye saet 16.00’an vekişiyaye.

22’ê Nîsanê saet di navbera 13:00 -14:00’an de li ser xeta herêma Zapê û qadên Çiyayê Reş tevgera balafirên şer ên artêşa TC a dagirker rû daye. Dîsa li ser heman qadan saet 22.00’an û 23’ê Nîsanê saet 03.00’an pêgerên hewayî yên keşfê geriyane.

22’ê Nîsanê saet di navbera 11:00- 11:30’î de li ser qadên Avdil Kovî û Geliyê Reş ên girêdayî herêma Xakurkê pêgerên hewayî yên keşfê yên artêşa TC a dagirker geriyane.”