Tevgera keşif û helîkopteran a artêşa Îranê

HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser tevgera hewayî ya artêşa Îranê ya duh û îro li Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, der barê tevgera hewayî ya artêşa Îranê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, kud i 16'ê Nîsanê saet di anvbera 09:00 - 09:30 de helîkopterên artêşa Îranê li ser Şehîdgeha Şehîd Şerîf û qada Şehîd Şerîf a li herêma Xakurkê geriyane.

Navendê diyar kir ku di 17'ê Nîsanê saet di navbera 07:30 - 09:30 de jî artêşa Îranê bi pêgerên hewayî yên bê mirov re li Geliyê reş, Evdilkovî û Ermûşê keşif kiriye.