Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Cejna Qurbanê pîroz kir
Tevgera Îslamî ya Kurdistanê / Tevgera Azadî bi peyameke nivîskî, Cejna Qurbanê li tevahiya alema Îslamê pîroz kir.
Tevgera Îslamî ya Kurdistanê / Tevgera Azadî bi peyameke nivîskî, Cejna Qurbanê li tevahiya alema Îslamê pîroz kir.
Di peyama tevgerê de hat gotin, "Di demeke ku li erdnîgariya Îslamê û li Kurdistanê şer, pevçûna navbera birayan û pirsgirêk dewam dike de, em Cejna Qurbanê pêşwazî dikin" û ev xal hat destnîşankirin: "Li şûna tefrîqa pêkhatina tifaqê, li şûna şer aştî, li şûna zilmê edalet, li şûna kêfîtiyê hiqûq û li şûna hegemonyayê bicihhatina azadiyê, daxwazên lezgîn ên alema Îslamê, gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ne."
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Bi parastina hêviya xwe, bi bendewariya bi dawîbûna şer û talanê, bi jibîrnekirina mucahirên ji bo ewlekariya jiyan û pariyek nan cih û warên xwe terikandine, em Cejna Qurbanê pîroz dikin.
Em bang li hemû endam, rêveber û dildarên TEVGERA AZADÎ dikin ku bi vê hestyariyê di vê cejnê de nexweşan ziyaret bikin, alîkariyê bidin mirovên di rewşa zehmet de ne û destê aştiyê dirêjî her kesî bikin.
Em dixwazin şerê di navbera dewleta Tirk û PKK'ê de tavilê bisekine, pirsgirêk bi hevdîtin, diyaloga siyasî û di çarçoveya hiqûq û edaletê de bên çareserkirin. Em dixwazin bêjin ku zerardayîna li can û malê gel, ti sedemeke xwe ya maqûl nîne.
Ji bo azadiya gelê Kurdistanê divê şîdet weke rê û rêbazekê neyê hilbijartin, alternatîfa şer ne koledarî ye, azadî ye.
Bi vê wesîleyê em dibêjin bila rehma Xwedê li hemû şehîdên Kurdistanê be û Xwedê sebrê bide malbatên wan û gelê me.
Em hêvîdarin ku cejn wê ji aştî, biratî û azadiyê re bibe wesîle; bi 'aştiyê' re ku silava Xwedê ye, em tevahiya gelê me, cîhana Îslamê û mirovahiyê silav dikin."