Tevgera Ciwanên Şoreşger: Em ê hişk li ber xwe bidin, em ê tiştên mezin bi dest ve bînin

Li dijî terora hikûmeta Tirk a li Kurdistanê ciwanên Bakurê Kurdistanê bi têkoşîna xwe rêxistinbûyî bersivê dide. Tevgera Ciwanên Şoreşger bi daxuyaniyeke niviskî avabûna xwe ragihand.

Ciwanên Bakurê Kurdistanê li dijî terora dewletê ya ku hikûmeta AKP’ê piştî 15’ê Tîrmehê zêdetir kiriye, bi berzkirina têkoşîna rêxistî dibe bersiv. Tevgera Ciwanên Şoreşger ku li Amedê avabûna xwe ragihand, bang li ciwanên Kurd kir ku li dijî terora dewletê xwe bi rêxistin bike û têkoşînê geş bike.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser polîtîkayên mêtingeriyê û giringiya têkoşîna ciwanên şoreşger û wiha hate gotin, ‘’Rêbertiya me jî, di her fersendê de diyar dike ku şoreşa me şoreşa ciwanan e, têkoşîna me ya şoreşê bi pêşengtiya ciwanan dest pêk iriye û bi pêşengtiya ciwanan wê biçe serî. Dema ku dibêje, ‘’Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bixin’’ vê rasteqîniyê diyar dike. Ev rasteqînî peywirên giran li ser hemû ciwanan û helbet li ser ciwanên rêxistî datîne. Hem mîrateya dîrokî ya ku me li pey xwe hiştî û hem jî nirxên me berpisryariyên girîng li ber me datîne û hem jî geşedanên rojane yên şoreşgerî weke divêtiyekê li ber ciwanan datîne ku pêşengtiya şoreşê bikin.’’

‘EM XWEDÎ WÊ ÎDÎAYÊ NE KU LI HEMÛ QADAN DEST BI RÊXISTINÊ Û ÇALAKIYÊ BIKIN’

Di daxuyaniya Tevgera Ciwanên Şoreşger de ku diyar dike ciwanên Kurdistanê bi serdemeke nû re hevrû bûne, wiha berdewam dike, ‘’Weke ku tê zanîn YDG-H mîsyona xwe ya dîrokî bi cih aniye, rista xwe pêk aniye û xwe betal kiriye. Em geşedana dîrokî ya ciwanên şoreşger û welatparêz ji xwe re dikine mîrate û kana hêzê û dest bi serdemeke nû dikin. Em weke tevgera ciwanan, ji bo ku em bibin bersiv ji berpirsyariyên peywirên rojane re, pêdivî pê çêbûye ku em careke dî ji nû ve xwe bi rêk û pêk bikin.

Em bi rêxistinbûyineke nû, serhildanê li navenda berxwedanê bi cih dikin û dest bi têkoşîneke nû dikin. Di nav vê çarçoweyê de ev demek e bi navê Ciwanên Şoreşger û Însîyatîva Ciwanên Şoreşger ên Jin li ser însîyatîvên xwecih me xwe bi rêxistin kir. Di qonaxa heyî de, asta rêxistinbûyina însîyatîvên me li gorî pêdiviyên têkoşîna me pêdivî pê çêbûye ku em xwe bi awayekî hê sîstematîk bi rêxistin bikin.’’

‘EM Ê ALAYA TÊKOŞÎNÊ YA HEVRÊ ANDOK Û AXÎN BI SER BIXÎNIN’

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser polîtîkayên mêtinger ên dewleta Tirk ên li Kurdistanê û wiha hate gotin: ‘’Em weke Ciwanên Şoreşger û Tevgera Ciwanên Jin ên Şoreşger bi fedaîbûna ciwanan em ê xwe li têkoşînê bipêçin. Em ê heta dawî li ber xwe bidin û teqez bi ser bikevin. Di şexsên hevrê Andok Ozgur û Axîn Dîcle de em ê alaya têkoşîna şehîdên xwerêveberiyê bêhtir berz bikin û bigînin serkeftinê. Pêkanîna bêrîkirinên wan û bi ser xistina têkoşîna wan a sedema jiyana me ye.

Ji bo azadiya Rêbertiya me û bidawîanîna mêtingeriyê em ê xeta çalakiyên radîkal pêk bînin. Hedefa me ya sereke ew e ku em bi her cure rêbaza berxwedanê bi tolhilanîna şoreşger bi teqezî derbê li dewleta Tirk bixin. Ev pêvajoya nû pêvajoya pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêbertiya me ye. Li ser bingehê azadiya Rêbertiya me pêvajoya pêkanîna şoreşa xweseriya demokratîk e li Kurdistanê. Tekana tiştê ku vê pêk bîne jî wê çalakgeriya ciwanan be ku wê li her deverê berbelav bibe. Divê her kes vê baş bizanibe, heta ku Rêbertiya me azad bibe, li her deverê bi bikaranîna her cure amûrê ketina rewşa berxwedana domdar û ya êrîşbir weke tevgera ciwanan armanca me ya stratejîk e. Şikandina tecrîda li ser Rêbertiya me û parçekirina zincîrên Imraliyê, bê sekn û rawest berxwedayin, armanca me ya herî sereke ye.’’

‘EM Ê  HIŞK LI BER XWE BIDIN Û EM Ê TIŞTÊN MEZIN BI DEST VE BÎNIN’

Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku hemû ciwanên welatparêz û xwedî rûmet ên Kurdistanê li derdora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hev bigirin û barîkateke asê deynin û wiha berdewam kir, ‘’A ku tecrîdê bişikîne hêza berxwedana yekbûyî ye. Em bang li hemû ciwanên kedkar, gundî, xwendekar û beşên ciwanan û jinên ciwan dikin.

Ciwanên Kurdistanê, şoreşa Kurdistanê bang li te dike. Şoreş ew çend nêzîk e ku em destê xwe dirêj bikin em ê zevt bikin. Em bang li ciwanên welatparêz dikin ku gihîna mezin a Rêber Apo a li Amedê nêzîk bikin, ji bo azadiyê çalakiyan bikin û dest bi liv û tevgerê bikin. Siberoj di nav lepê me de ye. Em ê hişk li ber xwe bidin û em tiştên mezin bi dest ve bînin. Bi tolhildana şoreşgerî emê mêtingeriyê tertûbelav bikin.’’

...