Tevgera Azadî: Erşet Salihî mirêka dewleta Tirk e
Tevgera Azadî li Silêmanî bi daxuyaniyek çapemeniyê got, ‘’Ya ku divê were qewirandin, hişmendiya dewleta Tirk e ku bi salan e Herêma Kurdistanê dagir kiriye.’’
Tevgera Azadî li Silêmanî bi daxuyaniyek çapemeniyê got, ‘’Ya ku divê were qewirandin, hişmendiya dewleta Tirk e ku bi salan e Herêma Kurdistanê dagir kiriye.’’
Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê (TACK) li Silêmanî daxuyaniyeke çapemeniyê da, berdevkê Tevgerê Tara Hisên li dijî gotinên Serokê Eniya Tirkmenên Iraqê (ITC) Erşat Salihî ku gotibû, ‘’PKK terorîst e û divê ‘ji Kerkûkê derkeve’’ bertekeke tund nîşan da û wiha got: ‘’Dijberiya Erşet Salihî nîşan dide bê ka li pişt kî heye. Ji 2014’an ve hêzên gerîla bi pêşmergeyan re li kû derê hewce kir, li wê derê şer kir û şerê xwe berdewam jî dike. Ji bo parastina Kurdistanê şehîd bûn. Gerîla hêza parastina Kurdistanê ye. Li Mexmûrê 4, li Kerkûkê 2 û li Şengalê 250 şehîd bûn.’’
‘EM PIŞTGIRIYÊ DIDINE HEMÛ HÊZA GERÎLA YA LI VÊ HERÊMÊ’
Hisên diyar kir heta niha gerîla û pêşmerge di heman çeperan de ne û wiha domand: ‘’Em destekê didine hemû hêza gerîla ya li vê heremê. Em dixwazin li vir bimînin. Ji ber ku ew hem ji bo pêşmergeyên li eniyê û hem jî ji bo gel moralek e mezin e.’’
TI SÛDA HEBÛNA WAN JI BO BAŞÛR NÎN E
Berdevkê Tevgera Azadî Hisên bal kişande ser gotinên fermandarê pêşmergeyan Wista Resûl ku duh kiribûn û wiha pê de çû: ‘’Em destekê didine axaftina Wista Resûl. Diyar bû ku hêzên parastina Kurdistanê yek in. Axaftina Wista Resûl axaftina gotinên Erşet Salih ku li pişt dewleta Tirk heye, pûç kir. Weke Wista Resûl divê bersiva me jî li dijî dijmin tund be. A rast a ku divê were qewirandin dewleta Tirk e ku bi salan e herêma Kurdistanê dagir kiriye. Bûne sedema krîzê, ne hêzeke wiha ye ku mirov pê bawer bibe. Bi dagirkeriya dewleta Tirk li Bakur û Rojava gelê me qetil dike. Dixwazin li Başûrê Kurdistanê jî heman tiştî bikin. Ti sûda wan ji Başûrê Kurdistanê re jî nîn e, ji niha û pê de jî wê nebe.
‘LI PIŞT KÊŞEYÊN KU XWE DIDIN DER TEQEZ DESTÊ DAGIRKERAN HEYE’
Tara Hisên herî dawî got li dijî daxuyaniyên bi vî rengî ku parçekirina yekîtiya Kurdistanê kirine armanca xwe divê bi yek dengî helwest were nîşandan û wiha anî ziman: ‘’Em weke Tevgera Azadî bi sedan caran em çûne Kerkûk û Xurmatû û bi hemû avaniyên etnîk ên herêmê re me hev dît. Ji bo bihevrejiyana gelan û çareseriya kêşeyên vê deverê me tim proje li ber xwe danîn. Heke li vir kêşe hebin teqez li pişt destê dagirkeran heye. Em Erşet Salih bi tundî şermezar dikin û ji hemû hêlan hêvî dfikin ku xwedî helwestekê bin, da ku ên weke Salih bi hêsanî nikaribin gotinên wiha bikin ku parçebûna yekîtiya Kurdan dikine armanca xwe.’’