Tevgera artêşa Tirk didome

Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk didome. Yekîneyên topavêj yên girêdayî artêşa Tirk bejahiya Şemzînanê bombardûman dikin, duh û îro jî li ser herêmên Zap, Heftanîn û Garê tevgera balafirên şer û pêgerên hewayî yên keşfê pêk hat.

Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk didome. Yekîneyên topavêj yên girêdayî artêşa Tirk bejahiya Şemzînanê bombardûman dikin, duh û îro jî li ser herêmên Zap, Heftanîn û Garê tevgera balafirên şer û pêgerên hewayî yên keşfê pêk hat.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî tevgera leşkerî ya artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG’ê têkildarî tevgera leşkerî wiha got:

“10’ê Nîsanê saet di navbera 13:30 - 14:00’an de ji Girê Mamreş ê girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê û di kontrola artêşa TC a dagirker de ye, li hember qadên Şehîd Ronahî û derdora wê bi tank, obus û çekên giran bombardûmanek pêk hatiye.

10’ê Nîsanê danê êvarî li hember qada di navbera gundên Bespîn û Gîtê yên girêdayî navçeya Silopiya ya Şirnexê artêşa TC a dagirker û cerdevanan operasyonek dane destpêkirin. Artêşa Tirk; li herêmên gundê Sîlîbê, Girê, Gîtê û Girê Sor û Denîngê yê nêzî ava Hêzil kemîn danîne.

Ji bo qereqola gir a girêdayî Mûtkî û Xapînokê ya girêdayî navçeya Norşîn a Bedlîsê sewqiyata leşkerî pêk hatiye. Her wiha li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin; di rojên dawî de artêşa Tirk li Dêrxus a girêdayî navçeya Mûtkî ya Bedlîsê operasyonek daye destpêkirin. Di vê operasyonê de ji bo qada Xaça Reş a girêdayî navçeya Mûtkî ya Bedlîsê sewqiyata leşkerî pêk hatiye.

11’ê Nîsanê îro saet di navbera 00:00 - 01:00’ê de li ser herêma Zapê ya girêdayî Herêmên me yên Parastina Medya tevgera balafirên şer û pêgerên hewayî yên artêşa TC a dagirker rû dane. Dîsa 10’ê Nîsanê saet di navbera 08:00 - 17:00’an de li xeta sînor a li ser qada Kato Silê pêgerên hewayî yên keşfê geriyane. Dîsa 11’ê Nîsanê îro saet di navbera 13.30-14.30’î de li ser herêmên Garê û Heftanîn bi awayekî zêde tevgera balafirên şer pêk hatiye.”