Tevgera Artêşa Tirk a li Kurdistanê didome
HPG’ê da xuyakirin ku tevgera artêşa Tirk a li xeta sînor û li hemberî Herêmên Parastinê yên Medya didome.
HPG’ê da xuyakirin ku tevgera artêşa Tirk a li xeta sînor û li hemberî Herêmên Parastinê yên Medya didome.
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê, 7’ê Nîsanê saet di navbera 19.00-20.00’an de artêşa Tirk li hember herêmên Mêrgê, Boxaza Kevotê û Boxaza Hêlîza ya Şemzînan a Colemêrgê operasyon daye destpêkirin, operasyon bê encam vekişiyaye. HPG’ê daxuyand ku artêşa Tirk yekîneyên xwe yên veşarî li van herêman ragirtiye.
Her wiha HPG’ê destnîşan kir ku li Girê Mamreş ê girêdayî Şemzînanê, dest bi çêkirina qereqolê hatiye kirin.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de têkildarî tevgera hewayî ya li Herêmên Parastinê yên Medya ev agahî da: “7’ê Nîsanê saet di navbera 07.00 û 11.00’an de li ser xeta sînor û Şehîd Gafur, Şehîd Rahîme ya li xeta sînor a herêma Avaşîn a li Herêmên Parastinê yên Medyaye, pêgerên hewayî yên keşfê, xebatên keşfê pêk anîne; saet di navbera 19.00 û 20.30’an de jî li ser xeta sînor tevgera balafirên şer hatiye jiyîn.
7’ê Nîsanê saet di navbera 19.00-21.00’ê de li ser xeta sînor û Ciloyê Biçûk, Ertuşê yên li ser xeta sînor a herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medya, tevgera balafirên şer hatiye dîtin. Ev tevger li herêmên me yên gerîlayan her diçe zêde dibin, berdewam dikin; Li gorî vê;
7’ê Nîsanê di navbera saetên sibê û saet 15.00’an de li ser herêma Heftanîn pêgerên hewayî yên keşfê, keşf pêk anîne, saet di navbera 14.00 û 15.00’an de jî balafirên şer keşf pêk anîne.
Ji 5’ê Nîsanê heta niha li ser herêma Siwarê Xelê, Kato Marînos û Kato Ortê ya di navbera bajarên Colemêrg û Şirnexê ne, pêgerên hewayî yên kefşê, yên artêşa Tirk xebatên keşfê meşandine.”
JI ÎRANÊ LI DIJ XETA SÎNOR ÊRÎŞÊN BI OBUS Û HEWANAN
HPG’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku Îranê duh li hemberî herêma Şehîd Dilbirîn a girêdayî Dola Koke ya li xeta sînor a Qendîlê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya, bi obus û hewanan bombebaran pêk aniye.