TEVDA Û KÊA bûn yek û biryara partîbûnê girtin

Di Konreya 6. a TEVDA’yê de, TEVDA û Komeleya Êzdiyên Azad bûn yek partî.

Di kongreya 6. a TEVDA’yê de ku li Şengalê pêk hatî, biryar hate dayin ku ku bi Komeleya Êzdiyên Azad re bibin yek û bibin partî, ku ev demek bû hevdîtin didomin.

Hevdîtinên di navbera TEVDA’yê û Komleya Êzdiyên Azad de ev demek bû dom dikir hate qonaxa ku encam jê were girtin û her du rêxistinan di platforma kongreyê de ragihandin ku wan biryara yekbûnê û partîbûnê girtine.

Di daxuyaniyê de navê partiya ku bi yekbûna TEVDA û Komeleya Êzdiyên Azad pêk hatiye jî hate ragihandin. Hate diyarkirin ku navê partiyê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan e.

Hate gotin der barê pêkhatina partiya nû, armanc û têkildarî mijarên din piştre wê daxuyaniyeke berfireh were dayin.