Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), destnîşan kir ku êrîşênev 3 roj in li derdora Efrînê pêk tên perçeyek planên dagirkirina Kurdistanê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve ye. TEV-DEM'e bal kişand têkiliya hinek partiyên kurd bi van komên êrîşkar re heye û ev bang li hemû partî û rêxistina kir: "Rewş hesas e, lewre divê hemû partî nakokiyên xwe deynin aliyekê û helwesta xwe aşkera bikin. Gelê kurd dikare heta dawiyê xwe biparêze."
Desteya Birêvebir a TEV-DEM'ê têkildarî bûyerên ev 3 rojin li gnudê Qestel Cendo û derdora we ya girêdayî Efrînê daxuyaniya nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev 3 rojin li ser gundê Qestel Cindo û derdora wê êrîş didomin û îro jî koma çekdar a girêdayî Ummar Dadîxî careke din êrîşî gund kiriye, li hemberî vê YPG'ê jî parastina gel kiriye.
'PERÇEYEK PILANA DAGIRKIRINA KURDISTANÊ YE'
Di daxuyaniyê te gotin ku ev êrîşa dawî îsbat kiriye ku ev pêkanîn wekî hinek rayedarên leşkerî yên opoziyonê dibêjin şaşiyek herêmî nîne û ev tişt hatin gotin: "Ev pêkanînek siyaseta dewleta Tirk a ku dixwaze herêmê bixe bin kontrola xwe, careke din Kurdistanê dagir bike ye. Dubarekirina van êrîşan tiştek ferdî nîn e, perçeyek planek demdirêj e û di rastiyê de hinek aliyên girêdayî dewleta Tirk û aliyên şovenîst pêk tînin. Dixwazin rewşa azadiyê ku hindik be jî tê jiyandin li Kurdistanê ji holê rabikin."
'TÊKILIYA HINEK PARTIYÊN KURD HEYE'
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku têkiliya hinek aliyên kurd bi van komên çekdar re heye û wiha hate domandin: "Rewş pir hesas e. Pêwîstî bi baldariyê û rihê seferberiyê heye. Lewre em bang li hemû gelê xwe û hemû sazî û rêxistinên demokratîk ên herêmê dikin ku erka parastina herêm Efrînê û Rojavayê Kurdistanêpêk bînin . Her wiha bila hemû sazî li dora YPG'ê bibin xelek da ku herêmê biparêzin."
Banga têkoşînê Di daxuyaniyê de bang li hemû partiyên kurd jî hate kirin da ku li dijî van êrîşên ku hebûna gelê kurd hedef digirin, nakokiyan bidin aliyekê û helwesta xwe aşkera bikin. Herwiha hate xwestin ku partiyên kurd li dora parasvanên herêmê kom bibin û ev tişt hatin gotin: "Her wiha li dijî plana Tirkiyeyê ya dagirkeriya Kurdistanê bisekinin. Di bin banê kîjan meclîsê de bin ferq nake, em bang li hemû sazî û rêxistinan dikin ku van êrîşan vala dexînin."
Di daxuyaniyê de ji hemû hêzên demokratîk ên Suriyeyê jî hate xwestin ku li hemberî hewldanên ku zirarê didin biratiya ereb û kurdan bisekinin û van planan têk bibin. Di berdamawa daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev pevçûn feyde nadin şoreş û biratiya gelan, ev ancax li gorî berjewendiyên rejîma Baasê û hêzên desthilatdar be.Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin divê hemû zanibe ku gelê kurd li ser vê herêmê dest girêdayî nîn e û hêza wê heye ku heta dawiyê xwe biparêze.