Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) êrîşên hêzên dewleta Tirkiyeyê yên ku li dijî Şehîdgehên li Bakurê Kurdistanê şermezar kir û diyar kir ku bi van êrîşan re hebûn û nirxên gelê Kurd hedef hatine girtin.
Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê der barê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyanî wiha ye:
"Dîroka mirovahiyê bi têkoşînên gelekî mezin dagirtî ye. Vê têkoşînê gelek nirxên madî û manewî bi xwe re derxistine holê. Ev nirx îfadeya hebûn gelan in, lemwa jî ji bo gelan pîroz in. Bêguman e ku yek ji nirxên herî pîroz jî şehîd û goristan in. Ji ber ku ew di rêya azadiyê de wekî sembolekê ne û ev rastiya pîroz di kesayeta şehîdên têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê kurd de tê dîtin. Li hemberî siyasetên ku hebûna gelê kurd hedef girtine, têkoşîneke mezin hatiye meşandin. Ev jî bi saya fedayîbûna bi hezaran ji gelê me pêk hatiye û vana jî nirxên pîroz afirandine. Ev hemû jî bûne îfadeya rastiya têkoşîna azadiyê.
Dewleta Tirk bi hedefgirtina goristanên şehîdan, hebûna gelê kurd û nirxên wê hedef digire. Ev tê wetaya domandina polîtîkaya înkar û tinekirinê. Dixwaze ji van nirxên ku berxwedaniyeke mezin derxistiye holê, tolê bigire. Lê di rastiyê de pêkanîna bi vî terzê qirêj û dijberî nirxên mirovahiyê, nîşaneyên têkçûn û tirsê ya hêzên dijberî gelê kurd û têkoşîna wan a ji bo demokrasiya Tirkiyeyê ye. Bi taybetî piştî ku hêzên demokrasiyê di hilbijartinên parlamenteriyê de destketiyên mezin bidest xistin, ev êrîş pêk hatin.
Piştî ku ev êrîşên hikûmeta Tirkiyeyê destpê kirin, li hemberî wan gelê me yê Bakurê Kurdistanê, bi taybetî li Gever, Cizîra Botan û Gimgimê têkoşîneke mezin pêş xist. Ev têkoşîn karîbû li hemberî van êrîşan bisekine. Lewre hikûmeta Tirk bi amûrên şer goristanên şehîdan hedef girtin.
Li dijî van êrîşan gelê kurd berxwedaneke mezin nîşan dide û li dora nirxên xwe yên pîroz, serokatî û şehîdên xwe kom dibe. Pêşxistina vê têkoşîn û berxwedanê wê planên ku hebûna gel hedef digire têk bibe, serketiyên mezintir bidest bixe û karibe azadiyê û avakirina sîstema demokratîk pêk bîne.
Em wekî TEV-DEM’ê van pêkanînên li dijî mirovahiyê yên ku dewleta Tirkiyeyê pêk tîne şermezar dikin û diyar dikin ku em ê heta dawiyê li rex têkoşîna gelê xwe yê Bakurê Kurdistanê ku ji bo azadiyê û demokrasiya Tirkiyeyê dimeşîne, cih bigirin."